Di Çileyê de herî kêm 27 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) diyar kir ku di meha Çileyê de herî kêm 27 jin ji aliyê mêran hatine qetilkirin.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha Çileyê eşkere kir. Li gorî daxuyaniya platformê, di meha Çileyê de 27 jin hatin kuştin, 7 jin bi awayekê bi guman mirî hatin dîtin, sedema kuştina 22 jinan nehat tespît kirin û 5 jin ji ber ku xwestin hevjînê xwe berdin hatin kuştin. Piraniya jinan ji ber li hevkirin redkirin, xwestin hevjînê xwe berdin, daxwaza têkiliya hevaltiyê red kirin û xwestin teşeyek nû bidin jiyana xwe hatin kuştin.

Di rapora KCDP’ê de ev dane hatin parvekirin: “Di meha Çileyê de 27 jin hatin kuştin. Nehat zanîn ku 3 jin ji aliyê kî ve hatine kuştin. 7 jin ji aliyê hezkiriyên xwe ve, 5 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 5 ji kurên xwe ve, 3 jin ji aliyê bavê xwe ve, 2 jin ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, jinek ji aliyê xizmê xwe ve û jinek jî ji aliyê hezkiriyê xwe yê berê ve hatin kuştin. 15 jin bi çekê, 8 jin bi amûrên birînê û 2 jin bi lêdanê hatin kuştin. Jinek hat xeniqandin û jinek jî hat şewitandin.”