Dadgeh: Qedexeya derketina derveyî welat a Guven bi pîvan e!

Danîşîna doza Hevseroka KCD Leyla Guven pêk hat. Dadgehê qedexeya derketina derveyî welat û şertê kontrola edlî nerakir.

Danişîna 9’emîn a doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi angaşta “rêveberiya rêxistinê kiriye” tê darizandin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Guven beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê Serdar Çelebî û Cemîle Turhallî amade bûn.

Di danişînê de hat zanîn ku axaftina Kurdî ya Guven ku ji bo wergerandinê şandine Zanîngehê Dîcleyê bi dawî bûye. Hat zanîn ku rapora derbarê CD’iyan de ji aliyê heyeta pispor ve hatiye amadekirin pêşkêşî dosyeyê hatiye kirin. Dadgehê got telefona Guven a hatibû desteserkirin jî lê zivirandine.

Dozger xwest biryara tedbîra kontrola edlî ya derbarê Guven berdewam bike.

Parêzeran xwest biryara qedexeya derketina derve û tedbîra kontrola edlî ya derbarê Guven de were rakirin.

Heyeta dadgehê navberek kurt da û piştî navberê diyar kir ku wê rakirina qedexeya derketina derve û tedbîra kontrola edlî bi pîvan e. Dadgehê danişîn taloqî 8’ê Nîsanê kir.