Jina berxwedêr Barîn Kobanê

Şervana YPJ’ê Barîn Kobanê a di berxwedana Serdemê ya 20’ê Çileya 2018’an a li Efrînê de bi lehengî li ber xwe dabû, bi çalakiyeke fedayî biryardariyeke mezin a serketinê raber kir.

Di dîroka 20 Çileya sala 2018'an artêşa Tirk a dagirker bi armanca dagirkirinê êrîşî bajarê Efrînê kir. Li dijî van êrîşên qirker û dagirker şervanên YPG/YPJ’ê sekinîn û berxwedanek bê hempa li dijî artêşa Tirk a a dagirker û çeteyên wê nîşan da.

Di Berxwedana Serdemê de gelek lehengên ku canê xwe xistine mertal û li dijî faşîza dewleta Tirk sekinîn derketin pêş, ji ber ku ew dagirkeriya li ser axa welatê xwe qebûl nekirin xwe kirin fedayî welatê xwe. Li hember teknîkên herî pêşketî şervanên YPG-YPJ'ê bi hemû hêza xwe sekinîn û berxwedaniyeke bêhempa dan raber kirin. Yek ji wan lehengên ku dagirkerî qebûl nekirine û goti’n em nahêlin axa me bê dagirkirin jî keça Berxwedêr Barîn Kobanê bû.’

Emîne Omer ango Barîn Kobanê di sala 1992'an de li herêma Şehba çavê xwe li cîhanê vekir. Ji bo xwe ji sîstema desthilatdar xilas bike di sala 2015'an de berê xwe da nava refên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ). Barîn salên xwe yê tekoşînê li Efrîn destpê kir û perwerdeya xwe ya bingehîn bi dawî kir. Piştî wê derbasî yekîneyên leşkerî bû. Di wir de Barînê xwe di milê leşkerî, jiyanî û hew de pêşxist. Di sala 2017'an de derbasî akademiya şehîd Şîlan ya leşkerî bû di hundir akademiyê de bi fedekarî tevlî jiyanê dibû. Ji bo hinek tiştan derbas bike gelek hewldan dida û li ser wê esasê xwe pêş dixist û tekoşîn dikir.

Barîn Kobanê di nava hevalên xwe de bi fedekariya xwe dihat nasîn, li hember her cûre zehmetiyan tekoşîn dikir û li berxwedida. Di êrîşên dewleta Tirk de Barînê dagirkerî qebûl nekir û ji bo parastina welatê xwe canê xwe xist bombe û di dilê dijmin de teqand.

Barîn ji bo tevahî şervanên YPJ'ê bû sembola Berxwedana Serdemê ku îro bi hezaran şervan li ser şopa Barînin û soza bilindkirina tekoşîna wê didin.

Hêjayî bibîrxistinê ye şervana YPJ'ê Barîn Kobanê 30'ê Çileya 2018'an li gundê Qûrnê ya navçeya Bilbil a Efrînê bi çalakiyeke fedayî şehîd bûbû.