Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Konyayê civîneke gel li dar xist. Tevî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamentera Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş, parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez, Serokêwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, rêxistinên bajar û navçeyên Konyayê beşdarî civînê bûn.
PEYAMA LEYLA GUVEN HAT XWENDIN
Endama Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Nuûray Ozdag peyama girtiya siyasî Leyla Guven xwend; “Em ê deriyên girtîgehê û deriyên Îmraliyê bi hev re vekin. Em soza vê didin. Sozeke min a din jî ew e ku roja ku esareta min bi dawî bibe ez ê li Konyayê bi jinan re têkoşînê mezin bikim. Ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim.”
‘KURD TÊKOŞÎNA HEQ Û HEQÎQETÊ DIMEŞÎNIN’
Piştre Bakirhan axivî û diyar kir ku Kurdan ji bo nasname, çand û têkoşîna xwe ya heqîqetê 21 caran serî hildane û got, “Lê di encama ewqas serhildan û zextan de ev welat ne pêşketiye û ne jî gihîşt cihekî. Kurdan gotin em hene. Gelê Kurd ji bo heqîqet û mafan têdikoşin. Em dixwazin li ser bingehek demokratîk bijîn.
DEV JI NIYETA XERAB A LI HEMBERÎ KURDAN BERDIN
Bakirhan anî ziman ku ew dixwazin pirsgirêka Kurd bi aştî û rêyên demokratîk bê çareserkirin. Bakirhan diyar kir ku rejîma Esad a ku Kurd û gelên din ên li Sûriyeyê ji nedîtî ve hat, hilweşiyaye û got, “Em hê nizanin ka karakterê vê rejîma nû çawa ye. Heger ev rejîm nêzîkatiya rêveberiya Esad a 60 salî bidomîne wê heyfa Sûriyeyê be. Rejîma nû divê beriya her tiştî Kurd, Elewî, Xiristiyan, Êzidî û gel û baweriyên din jî di nava xwe de bihewîne. Heger rejîma nû rê û rêbazên Esed biceribîne, em ê li hember wê bisekinin. Çawa ku me li hemberî rejîma Esad têkoşiya em ê li dijî vê rejîmê jî têbikoşin. Dev ji niyetên xwe yên xerab ên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava berdin. Kurd xelkê wê erdnîgariyê yê bi rûmet in.”
‘ÎMRALI AŞTIYEKE BI RÛMET DIXWAZE’
Bakirhan destnîşan kir ku bi 1'ê Cotmehê re li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya nîqaşê destpê kir û wiha berdewam kir: “Şandeya me li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Îmraliyê aştiyeke bi rûmet dixwaze. Îmrali dixwaze Kurdên li vî welatî, bi ziman û nasnameya xwe, bi gel û baweriyên din ên vî welatî re bi awayekî wekhev bijîn. Îmralî şer naxwaze, Îmralî pêvçûnê naxwaze. Lê Îmraliyê dixwaze polîtîkayên red û înkarê bi dawî bibe. Îmrali dibêje, di demên herî krîtîk ên dîrokê yên bi sedsalan de Tirk û Kurd bi tifaqan hatine heta roja îro. Ger em îro hemû bi hev re li vê erdnîgariyê bijîn, Kurd jî li ser vê xakê xwedî ked, tevkarî û jiyanê ne. Ji ber vê yekê divê gelên ku li van axan li gorî tifaqa dîrokî ya berê û tifaqa Kurd-Tirk pratîkekê derxin pêş. Me bi hev re peyamên Îmraliyê wergirtin.”
BI HEZARAN LI KOLANAN LI BER XWE DIDIN
Bakirhan anî ziman ku di rojên pêş de têkoşîneke dijwar li benda wan e û wiha dewam kir: “Me bedelên giran dan, ne hewceyî ravekirinê ye. Bi hezaran xwişk û birayên me û rêhevalên me di girtîgehan de hene, hîna jî bi hezaran kes li kolanan li ber xwe didin, tevî hemû zextan xwedî li nasnameya xwe derdikevin. Niha divê pergal vê yekê pir zelal fêm bike. Ev pirsgirêk bi nepejirandina Kurdî, nepejirandina zimanê wî, nehiştina axaftinê, bi navê zimanê xwe yê nenas, bi tayînkirina qeyûmên li ser vîna wî û avêtina vîna wî nayê çareserkirin.
'DIVÊ HER KES JI BO AŞTIYEKE BI RÛMET TÊBIKOŞIN'
Binêrin, bi vê rêbazê Tirkiye di warê aborî de îflas kir. Îro kedkar nikarin debara xwe bikin. Ger budçeya ku ji şer re veqedandin, ji gel re bihata veqedandin ewas xîzanî çênedibû. Niha derfeta ku bi trîlyon dolarên ku ji bo şer û pevçûnan hatine xerckirin ji bo gel û karkerên xwe xerc bikin, derketiye holê. Ji bo ev derfet bi encam bibe divê deriyên Îmraliyê timî vekirîbin. Pêşiya fikrên birêz Ocalan ku bigihêje gelên Tirkiyeyê vekin. Niha Tirkiye aştiyeke bi rûmet heq dike. Tirkiye ji xwînê têr bûye, ji pevçûnan têr bûye, ji windakirina ciwanên xwe têr bûye. Ji ber ku zarokên karkerên Kurd û Tirk ên belengaz dikevin binerdê, Tirkiye nexweş û westiyaye. Niha divê em riya rast biceribînin. Niha ji bo aştiyeke bi rûmet divê her kes erk û berpirsyariyên xwe ji dil bi cih bîne. Divê her kes ji bo aştiyeke bi rûmet têbikoşe."