Berdêla salane ya sinetkirina jinê

Neteweyên Yekbûyî ragihand, ji bo tedawiya pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber sinetkirina jinê rû dan, salane 1.4 milyar dolar hatin xerckirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ji bo tenduristiya navneteweyî kar dike, raighand ku ji bo tedawîkirina pirsgirêkên ji ber sinetkirina jinê rû dan salane 1.4 milyar dolar hatin xerckirin.

Bi wesîleya roja Sifir Tolerans li dijî Sinetkirina Jinê ya Navneteweyî hin rapora hatin weşandin. Li gorî raporan, hin welatan 10 ji sedî yê lêçûnên xwe yên tenduristiyê yên salane ji bo tedawîkirina pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber sinetkirina jinê rû dan xerc kirin.

Ji doktorên WHO'yê Ian Askew ku rapor amade kir, diyar kir ku sinetkirin pirsgirêkeke bingehîn a mafên mirovan e, bandorê li tenduristiya fîzîkî û derûnî ya bi milyonan jinan dike û tevî vê yekê çavkaniyên aboriyê yên welatna dihelîne.

Askew destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina sinetkirina jinê divê hîn bêhtir bernameyên perwedeyê û razemenî bên kirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres bi wesîleya rojê peyamek weşand û sinetkirina jinê weke formeke ekstrem ê binpêkirina mafên mirovan bi nav kir û anî ziman ku vê yekê bandor li 200 milyon jinan kiriye.

Sinetkirina jinê herî zêde li Misir û Sûdanê tê kirin. Li Başûrê Kurdistanê jî salên dawî zêde bûye.