Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Yolerî hate berdan

Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî piştî îfadeya wê hate girtin û şûnde hate berdan.

Hate ragihandin ku Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî  saet derdorî 15:00 ji aliyê du polîsên sivîl ên dema hatin mala wê ew destgîrkir.

Yolerî a bi hinceta ku wê îfade bide hate destgîrkirin, hate ragihandin ku birine Qereqola Sariyer

Parêzvaneke mafê mirovan ji ANF’ê re axivî, anî ziman ku berî Yolerî bişînin qereqolê bi rêya telefonê li wê geriyaye û ji bo wê gotiye ji ber axaftineke ku di kombûna Dayikên Aştiyê de kiriye wê îfada wê bê girtin.

Gulseren Yolerî a li ser fermana dozgeriyê hate destgîrkirin, pişît îfadeya wê hate girtin û şûnde hate berdan.