Li Akdenîzê bi hezaran li dijî desteserkirinê meşiyan
Li navçeya Akdenîzê bi hezaran kes li dijî desteserkirinê meşiyan û peyama, "Em ê li kolanan û li her derê xwedî li vîna xwe derkevin” dan.
Li navçeya Akdenîzê bi hezaran kes li dijî desteserkirinê meşiyan û peyama, "Em ê li kolanan û li her derê xwedî li vîna xwe derkevin” dan.
Bertekên li hemberî binçavkirina hevşaredarên Akdenîzê yê Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û hin endamên Meclîsa Şaredariyê berdewam dikin. Gel heta saetên êvarê çalakiya xwe ya li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî berdewam kir.
Hevserok û endamên meclisê yên ku îro îfadeyên wan li midûriyeta polîsan hatin girtin, tê payîn sibe saet 11.00’an bibin edliyeyê. Li taxên Çîlek û Guneşê yên Akdenîzê meşek hat lidarxistin û hat xwestin ku sibê li ber edliyeyê kom bibin.
Parlamenterên DEM Partiyê, gelek hevşaredarên DEM Partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes beşdarî meşa ku ji ber DEM Partiyê ya Akdenîzê destpê kir, bûn.
Di meşê de dirûşmeya “Akdenîz ranezê xwedî li vîna xwe derkeve” hat berzkirin. Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Aprtiyê Mehmet Ruştu Tiryakî di meşê de axivî û got, "Heta hevalên me bên berdan em ê berxwedana xwe bidomînin. Divê her kes sibê li ber edliyeyê bin. Kes nikare vîna me desteser bike. Ger îro qeyûm bişînin Akdenîzê wê sibê bişînin hemû şaredariyên Kurdistanê.”
Parlamentera Mêrsînê Perîhan Koca diyar kir kuhevşaredar û endamên meclisê bi awayekî bêhiqûqî hatin binçavkirin û wiha got: “Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Em ê li her derê, li kuçe û kolanan xwedî li vîna xwederkevin. Em ê şaredariyên xwe ji dizan re nehêlin.” parlamenterê Bedlîsê Huseyîn Olan bang li her kesî kir ku sibê li ber edliyeyê kom bibin.
Olan bi Dayikên Aştiyê re sirûda "Herne Pêş" xwend.
Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî vîna gelê Kurd", "Gelê Kurd ranezê xwedî li vîna xwe derkeve", “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e", "Jin jiyan azadî", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.