Dayikên Şemiyê: Cenazeyê Maksût Tepelî li ku ye?

Dayikên Şemiyê ji bo Mamoste Maksût Tepelî yê 5’ê Sibata 1984’an dema destgîrkirî bi êşkenceyê hate qetilkirin û ev 36 sal in cenazeyê wî nehatî dîtin, hatin ba hev.

Dayikên Şemîyê ku destnûr nayê dayîn li Qada Galatasarayê çalakiya xwe lidar bixin, di hefteya 776'an de çalakiya xwe li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê pêk anîn.

Parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy, Mûsa Pîroglû, Fîlîz Kerestecîoglû, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, gelek xizmên windayan û nûnerên saziyan tevlî çalakiyê bûn. Xizmên windayan, tîşortên ku wêneyên windayan li ser wan in li xwe kirin û wêneyên winda û qurnefîlan hildan destê xwe.

Di çalakiyê de aqûbeta mamoste Maksût Tepelî ku beriya 36 salan li Şaxa Siyasî ya Gayrettepeya Stenbolê winda bû pirsîn.

Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Masîde Ocak, di çalakiyê de axivî û çîroka windabûna mamoste Maksût Tepelî vegot. Ocak, diyar kir ku Tepelî, di sala 1984'an dema ku çûye mala hevalekî xwe ji aliyê polîsên ku li heman malê bi cih bûne ve hatibûye birîndakirin û wiha got: "Li gel ku gelek xwîn ji ber çûye jî polîsan, li şûna nexweşxaneyê Tepelî birine Şaxa Siyasî ya Gayrettepeya Stenbolê ya Polîsan. Li gorî 3 şahidan li şaxê êşkenceyeke giran li Tepelî hatiye kirin û piştî ku ew birine Nexweşxaneya Leşkerî ya Haydarpaşayê agahî ji nayê girtin."

Ocak destnîşan kir ku piştî têkoşîna salên dirêj ên malbat û parêzerên wan, hat hînbûn ku Tepelî li Nexweşxaneya Nûmûneyê ya Haydarpaşayê jiyana xwe ji dest daye û li Goristana Helvacîdede hatiye veşartin û ev tişt anî ziman: "Lê li gel vê agahiyê cihê gora Tepelî ji malbatê re nayê gotin. Ev 36 sal e cenazeyê Tepelê nayê dîtin. Heta îro derbarê windakirina di dema destgîrkirî ya Tepelî de lêpirsîneke baş nehatiye kirin. Li gel hebûna şahid, belge û giliyên malbatê jî lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi dawî bûne."

Piştî vegotina çîroka windabûnê, nameya ku hevjîna Tepelî Şehrîban Tepelî ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikaribû bê çalakiyê û şandibû hat xwendin. Şehrîban Tepelî, di nameya xwe de diyar kir ku naxwaze heta dawiya emrê xwe bi şîn bijî û xwest ku hemû kesên berpiryar bên darizandin û cezakirin. Tepelî di dawiya nameya xwe de spasiya hemû beşdarên çalakiyê kir û got ku wê ji bîr nekin û dev ji doza xwe bernedin.

Piştî xwendina nameyê çalakî bi dawî bû.