Konferansa TJA’yê: Li hemberî tecrîdê em ê li ser pêyan bin

Konferansa TJA’yê ya bi şîara ‘Em jin in, ji bo azadiya xwe hene! Em ji bo guherandinê li ser pêyan bin’ dest pê kir. Di konferansê de peyama ‘Li hemberî tecrîdê em ê li her derê li ser pêyan bin’ hate dayîn.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi şîara ‘Em jin in, ji bo azadiya xwe hene! Em ji bo guherandinê li ser pêyan bin’ bi tevlêbûna 700 delegeyên li Tirkiye û Kurdistanê konferanseke 2 rojan li dar dixe. Saziyên jinan ên ji Îngîltere, Herêma Federal a Kurdistanê û Tirkiyeyê tevlî konferansê dibin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî di nav de nûnerên gelek saziyan tevlî konferansê dibin.

Piştî rêzgirtinê konferans bi sînevîzyona têkoşîna jinan a 40 salan hate destpêkirin.

GOKKAN: TJA XWEDÎ LI AX, DÎROK Û RÊBERTIYA XWE DERDIKEVE

Çalakgera TJA’yê Ayşe Gokkan di axaftina destpêkirinê de got ku, “Li her dera Rojhilata Navîn jinan li ber xwe dan. TJA li ser mîrateya dîrokî ya kûr hatiye avakirin. TJA berxwedana sedsalan îro dide domandin.  TJA xwedî li dîrok, ax û Rêbertiya xwe derdikeve. Di heman demê de li her dera cîhanê dengê TJA’yê tê bihîstin.

Jinên Kurd her dem li ber xwe dane. Tifaqa AKP û MHP’ê êrîşî destkeftiyên me dikin, lê em ê heta dawiyê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”

Siyasetmedarên Kurd ên di girtîgehê de Fîgen Yuksekdag, Sabahat Tûncel, Selma Irmak, Çaglar Demîrel jî peyam şandin konferansê.

Konferans ji çapemeniyê re girtî ye û ew ê 2 rojan bidome.