Li Kielê şehîdên Parîsê hatin bîranîn
Mêclisa Jinan ya Jiyana Jin û aktîvîstên Defend Kurdistanê li Europlatzê bi çalakiyekê şehîdên Parîsê bi bîr anîn û kujer şermezar kirin.
Mêclisa Jinan ya Jiyana Jin û aktîvîstên Defend Kurdistanê li Europlatzê bi çalakiyekê şehîdên Parîsê bi bîr anîn û kujer şermezar kirin.
Li bajarê Kiel ê Elmanyayê ji aliyê Mêclisa Jinan a Jiyana Jin û aktîvîstên Defend Kurdistanê ve ji bo şehîdên her du Komkujiyên Parîsê çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin.
Çalakî, bi merasîma rêzgirtinê ya ji bo Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê dest pê kir.
Beşdarvanan got: "Tevî ku kujerên pêşengên leheng yên Tevgera Jinên Kurd diyar in jî pêwistiyên hiqûqa navneteweyî nayê bicihanîn. Em dubare pêşengên têkoşîn û tevgera azadiya jinan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin."
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Serok Apo", "Terorîst Tirkiye" û "Terorîst Erdogan" hatin berzkirin.