Çalakî bi beşdariya pêkhateyên koordînasyona TJA-Awusturya û Civaka Azad yên ji herêmên Westbahnhof û Christian-Broda-Platzê pêk hat. Herweha Defend Kurdistan, Komintern û dostên enternasyonalîst jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan.
Di axaftinên çalakiyê de bi taybet bal hate kişandin ku bi Komkujiyên Parîsê re têkoşîna jinan ya ji bo azadiyê hatiye hedefgirtin. Beşdarvanan, ji dewleta Fransayê daxwaz kirin ku demildest berpirsên her du komkujiyan werin eşkerekirin û edalet were dabînkirin. Di axaftinan de hate diyar kirin ku komkujî bes ne li dijî gelê Kurd, di heman demê de êrîşeke li dijî têkoşîna azadiya jinan e.
Piştî axaftinan beşdarvan li Mariahilfer Strabeyê li gel dûrûşmeyan meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên azadî û berxwedaniyê yên weke; ‘’Jin, Jiyan, Azadî”, “Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.