Abdullah: Heta ku dagirkerî bidome aşitî pêk nayê

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asaya Abdullah wiha got; “Heta ku êrîşên dagirkeriyê bidome li Sûriyeyê aşitî pêk nayê.” Abdullah bang li hêzên alîgirên çareseriyê jî kir.

Li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî navçeya Girkê Legê civîna salane ya Kongreya Star bi beşdariya nûnerên rêxistina Kongreya Star ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. Civîn wê du rojan dom bike.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah di destpêka civînê de axivî, lidarxsitina civînê pirôz kir û ji bo parastina destkeftiyên gel û şehîdan banga geşkirina têkoşînê kir.

Asya Abdullah behsa rewşa şer, nakokî û êrişên li herêma Rojhilata Navîn kir û wiha got: "Rojhilata Navîn a ku dergûşa şaristanî û çandan e, bi rojane êrişên mezin ên leşkerî, civakî, çandî û siyasî tê kirin. Tevahî pirsgirêkên ku civakên Rojhilata Navîn dikişînin bi encama zîhniyeta desthilatê ya ku li dijî jiyana hevbeş û vîna gelan pêk tê. Her wiha ev desthilat bûn sedema parçekirina gel, çewisandina azadî û desthilatdariya li dijî jinan."

‘JIN PÊŞENGIYA TÊKOŞÎNÊ DIKIN’

Asya Abdullah bal kişand ser têkoşîna ku jin û gelên azadîxwaz li dijî van êrişan pêk tînin û wiha anî ziman: "Îro jin pêşengiya têkoşînê li Rojhilata Navîn li dijî peyman, xetere û êrişan dikin."

Asya bang kir ku têkoşîn, xebat û rêxistinê bi hêz bikin, da ku li hember xetereyên hundirîn û derve bisekinin ku vîna wan dike hedef û her wiha ji bo parastina destkeftiyên gel û şehîdan banga geşkirina têkoşînê kir.

'DEWLETA TIRK HEWL DIDE PERGALA DEMOKRATÎK TÊK BIBE Û XETEREYA DAIŞ’Ê DIDOME'

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide ji nû ve çeteyên DAÎŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vejîne û wiha got: "Dewleta Tirk bi israr e ku pergala demokratîk a li herêmên me têk bibe. Ji lew re xetereya DAÎŞ’ê li dijî gelê me li dar e. Dewleta Tirk tevahî şêweyên binpêkirin û êrişên li dijî gelê me pêk tîne, tundiyê li dijî jin, zarok û mirovahiyê pêk tîne û dikuje, demografiya Sûriyê diguherîne û malbatên çeteyên DAÎŞ’ê li malên şêniyên me bi cih dike."

Asya Abdullah got rêbaza pêkanîna aştî û demokrasiyê li Sûriyê bi derketina dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê ve girêdayî ye û bang li tevahî hêzên aktîf kir berpirsyarên xwe li hember derxistina dewleta Tirk a dagirker pêk bînin.

Girêdayî mijarê Asya wiha domand: "Tevahî hêzên ku angaşt dikin ku hewl didin aloziya Sûriyê çareser dikin, divê sînorekê ji binpêkirinên dewleta Tirk re deynin û di vê çarçoveyê de ji Rûsyayê re ya ku li gorî peymanên parastin û yekitiya xaka Sûriyê li ser xaka me ye, dibêjin ku erka xwe ya parastina gelê Sûriyê pêk bîne, êrişên wê rawestîne û dagirkeriyê bi dawî bike."

Asya Abdullah li dawiyê bang li tevahî civakan kir ku bixebitin da ku xwe bigihînin biryarên mîsogeriya parastina gel.