KJK: Jin divê xwe li dijî sîstema faşîst-mêr bi rêxistin bikin

Koordînasyona KJK'ê bal kişand ser zêdebûna tundî, kuştin, destavêtin û revandina jinê û bang li jinana hemûyan kir ku li dijî sîstema faşîst-mêr xwe bi rêxistin bikin û biparêzin.

Korodînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser zêdebûna tundî, kuştin, destavêtin û revandina jinan.

Daxuyaniya KJK'ê wiha ye:

"Hate ragihandin ku di meha Çileyê sala 2020'an de hejmara jinên hatin kuştin 37 kes in. Ev hejmar tenê ya hatiye tespîtkirin e. Lê belê hejmara rastî ya jinên hatin qetilkirin gelekî zêde ye. Li Tirkiyeyê hema bêjin her roj du jin ji aliyê mêran ve tên kuştin. Tirkiye ku welatekî wele ye ku mêr ên kujer bi serbestî digerin, di heman demê de bûye welatek ku komkujiya jinan gihîştiye asta hovîtiyê.

Li Dersimê, Gulistan Dokû zêdeyî mehek e winda ye û hîn nehatiye dîtin.

Li Dersimê û tevahiya Kurdistanê destavêtina li zarokan ji aliyê dewletê ve bi rêk û pêk û plankirî tê kirin. Yên ku dest diavêjin zarokan tên berdan. Hewl didin ku bi tecawizkar bidin zewicandin û zewaca di temenê zarokatiyê de fermî bikin. Her wiha bûyera li Şirnexê ya revandina jin û mêr ên Suryanî hîn nehatiye eşkerekirin. Gefên ku demên dawî li Elewiyan tên warin, berdana kiryarê Komkujiya Madimakê; van hemûyan careke din nîşan dan ku dewleta Tirk dijminê jinê ye, dijminê xwezayê ye, nîjadperest û neteweperest e.

'QANÛNA NOBEDARAN LI DIJÎ JINÊ YE'

Dewleta Tirk bi polîtîkayên li dijî jinan dixwaze hêzên radîkal û azadîxwaz ên civakê bitirsîne, bitepisîne. Bi qanûna nobedaran (bekçî) dixwaze temamiya Tirkiyeyê bixe bin kontrola mêr ên faşîst û welê lê bike ku bêhnê lê biçikîne. Qanûna nobedaran herî zêde li dijî jinan, Kurdan, hêzên demokrasiyê û azadiyê ji bo tepisandina wan tê amadekirin. Hêzeke mîlîtarîst tê afirandin ku ev hêz ji kincên jinan heta şêweyê jiyanê zext û zordariyeke giran li jinan bike. Bi qanûna nobedaran dest li jiyana jinê, dest li jiyana civakê tê werdan. Plan dikin ku jinan li malê bigire, hepis bike, bike mîna maleke mêr, bike milk û objeyeke destavêtinê. Her wiha bingehê ji destavêtina li jin û zarokan re amade dikin. Divê mirov li ber vê qanûnê rabin, li ber xwe bidin.

Çi nêzîkatî, gotin û hewldanên riziyayî yên li derveyî exlaq û wijdanê hebin, hemû ji aliyê hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê ve mîna polîtîkayekê tên bikaranîn.

Gulistan Dokû çima nayê dîtin? Ji ber ku lê nagerin. Ji ber ku mesele digihêje dewletê. Bi serkêşiya MÎT'ê polîtîkayên şerê taybet ên gelekî qirêj bi taybetî li dijî jin ên ciwan ên Kurdistanî tên meşandin. Bi polîtîkayeke taybet a têkbirinê nêzî jin ên ciwan ên Kurd ên li zanîngehan, ên karker dibin. Dixwazin hêza herî azadîxwaz û dînamîk a civakê biqedînin. Tiştên ku bi serê Gulistan Dokû anîn ku keçeke ciwan a Amedî ye û li Dersimê dixwend, divê bên eşkerekirin. Ji bo vê jî di serî de Dersim saziyên jinan hemû di nava hewldanan de ne. Lê belê divê dest ji vê meseleya Gulistan Dokû bernedin.

Jin ên ciwan, zarok ew beşên civakê ne ku herî zêde hesas in, li azadî û pêşketinê vekirî ne. Hêzên dest bi xwîn ên qirêj ên dewletê bi taybetî jî MÎT, bi taybetî êrişî vê beşa civakê dikin, bi taybetî bi polîtîkayên narkotîkê, fûhûş û sîxurkirinê hewl didin wan têk bibin.

'DIVÊ CIVAK YA PÊWÎST BIKE'

Li Tirkiyeyê, bi taybetî jî li Kurdistanê divê civaka me bi vê zanibe. Ciwan li her devera ku lê ne divê bi zanebûn tevbigerin û bi vî rengî tevlî jiyanê bibin. Pêwîste civak karibe zarok û ciwanên xwe biparêze û dema ku bûyerên bi vî rengî derketin holê nerazîbûna herî rewa û mafdar nîşan bide. Destavêtina li zarokan sûcê herî giran ê li dijî mirovahiyê ye. Dema ku li taxekê, li gundekî, li kolanekî rewşeke bi vî rengî eşkere bû, şêniyên wê herêmê bêyî ku ji hêzên dewletê re bihêlin, divê nêzîkatiya pêwîst li dijî wî kesî nîşan bidin. Eger destavêtin li zarokên civakekê tê kirin, malbat nikare zarokên xwe biparêze, dema ku felaketek bi serê zarokên wan ve hat û nekarî bersivê bide, hingî ew civak qediya ye. Ji ber vê yekê divê civak wijdan û rêxistinbûna xwe ya hevpar xurt bike. Lê belê eger li her tax û kolanê rêxistinbûn hebe, wê ji hev agahdar bin û civak wê karibe xwe biparêze.

'DIVÊ JIN HEMÛ XWE BIPARÊZE'

Li ser vê bingehê em bang li jinan hemûyan û gelê xwe dikin ku li her devera lê ne rêxistina xwe pêk bînin û xwe biparêzin. Li her gund, tax û bajaran eger mal bi mal rêxistinbûn neyê kirin, eger nebin yek wê faşîzma AKP'ê bibe dewleta herî qirêj a şerê taybet û dijminatiya herî mezin li civakê bike.

'DIVÊ NE LI HÊVIYA DEWLETÊ BIN, JI BER KU...'

Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, jinan, hêzên demokrasî û azadiyê dikin ku ji dewletê tiştekî hêvî nekin, xwe bi xwe b hêza xwe bi rêxistin bikin û biparêzin. Ji ber ku yên destavêtin, narkotîk, sîxurkirin û fûhûşê dikin tevna dewletê bi xwe ye. Bi xwerêxistiniya civakê dersa pêwîst dikare ji wan re bê dayin. Civak dema hev perwerde bike, agahiyê bidin hev, xwedî li hev derkevin wê hingî karibin xwe biparêzin.

Aqûbeta Gulistan Dokû divê teqez bê eşkerekirin.

Divê civak dersa pêwîst bide kesên dest diavêjin zarokan. Divê gelê me rêxistinbûna xwe pêk bîne.

Jin hemû divê teqez li ber qanûnên ji bo zewicandina zarokan û destavêtinê rabin. Ji bo ev qanûn li meclîsê neyê qebûlkirin divê bi her rengî çalakiyan bikin. Jin ên Kurdistanî û Tirkiyeyî li dijî zîhniyeta serdestiya mêr ê faşîst, li dijî polîtîkayên dewletê yên dijminê jinan têkoşîneke hevpar bimeşînin."