Li Akdenîzê ciwan li ser piyan in 

Li Akdenîzê li hemberî hewldanên desteserkirina şaredariyê meşeke girseyî hate lidarxistin. Piştî meşê ciwanan li kolanan agir pêxistin û peyama ‘’Em ê heya serketinê li ber xwe bidin’ dan. 

Nerazîbûnên li hemberî binçavkirina hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ya di bin rêbeberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û hin endamên meclîsa şaredariyê berdewam dikin. 

Piştî meşa girseyî li taxên Çîlek û Guneşê ciwanan agir pêxist û derbasî berxwedanê bûn. 

Ciwanan li kolanên taxa Yenîmahalleyê jî agir pêxist û gelek caran dirûşmeyên  "Bijî Serok Apo" û "Bijî iradeya gelê Kurd" berz kirin. 

Ciwanan bi avêtina keviran bersiv da hewldana êrîşê ya polîsên Tirk û rê nedan polîsan ku bikevin taxê.

Ciwanan sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin û dirûşmeya ‘’Heya serkeftinê têkoşîn’’ berz kirin.