Sinetkirina jinan: Li Ewropayê jî metirsî heye

Di serî de li parzemîna Efrîkayê, li gelek welatan herî kêm 200 milyon jin qurbanê hovîtiya sinetê ne. Her wiha jin û keçên koçber ên li welatên Ewropayê jî li gel cezayên girtîgehê û pereyan jî dibin qurbanê vê hovîtiyê.

Sinetkirina jinan, tevî ku li dehan welatan hatiye qedexekirin, hîn jî gefê li sedan milyon zarok û jin ên ciwan dixwe. Çend roj berê li Misrê zarokeke 12 salî ji ber sinetkirinê jiyana ji dest da û ev yek bû sedem ku mijar careke li çapemeniya cîhanê bê nîqaşkirin. Tevî ku li welatên Ewropayê cezayekî giran ê girtîgehê û pereyan tê birîn jî pêşî li sinetkirina jinan nayê girtin.

DI BIN NAVÊ 'KEVNEŞOPIYÊ' DE TÊ KIRIN

Ev 'kevneşopiya' ku hîn li gelek welatên Efrîkayê, Asya û Başûrê Kurdistanê û gelek heremên Rojhilata Navîn dewam dike, her sal gefê li herî kêm 3 milyon keça dixwe. Li gorî daneyên WHO'yê, 200 milyon jin, zarokên keç hatine sinetkirin.

Sinetkirina jinê ku hewldanek ji bo 'kontrolkirina zayendî ya jinê' tê kirin, bi giranî li nava wan civakan tê kirin ku vê yekê weke nîşaneyeke namûsê dibînin zêde ye.

TEVÎ GELEK NEXWEŞIYAN DIBE SEDEMA MIRINÊ

Sinetkirina jinê tevî enfeksiyona domdarî, êşên kronîk, pêşîgirtina li ducaniyê û nexweşiyên di dema zayînê de her wiha dibe sedema mirina mirovan. Ev pêkanîna ku ji aliyê tenduristiyê ve ti feydeya xwe nîne, tê zanîn ku heta niha bûye sedema gelek jin û keçan.

Tevî Yemen, Başûrê Kurdistanê û Misrê li welatên Rojhilata Navîn û 30 welatên li Efrîkayê bi giranî keç beriya 15 salî tên tinekirin. Tê texmînkirin ku rêjeya jinên li Misrê û Malî hatine sinetkirin derdora 90 ji sedî ye. Li Somanî, Erître, Sûdan, Gîne, Sîerra Leone û Cîbûtî, rêjeya jinên tên sinetkirin zêde ye.

LI EWROPAYÊ TEVÎ CEZAYÊN GIRAN JÎ BI SED HEZARAN KES MEXDÛR IN

Li gelek welatên Ewropayê tevî cezayên giran û pereyan jî bi sed hezaran jin û keç hatin sinetkirin û gefa sinetê li wan tê xwarin.

Tê texmînkirin ku li Fransayê derdora 40 heta 60 hezar jin û keç bûne qurbanê sinetkirinê. Li gorî hin lêkolînan ev hejmar di salên dawî de di navbera 120 hezar heta 320 hezarî de ye. Li Fransayê li kesên ku zarokên keç sinet dikin herî kêm 5 sal cezayê girtîgehê, eger zarok jiyana xwe ji dest bidin jî ji 20 heta 30 salî cezayê girtîgehê tê birîn.

Li Swîsreyê jî hejmara keç û zarokên ku hatine sinetkirin an jî gefa sinetkirinê li ser wan heye derdora 15 hezar kesî ye.

Li Swêdê jî ev hejmar derdora dehan hezar kesî ye. Li gorî lêkolîneke sala 2015'an li Swêdê hate kirin, hejmara jin û keçên hatin sinetkirin 38 hezar kes e.

Li Elmanyayê jî hate ragihandin ku heta sala 2018'an zêdeyî 65 hezar jin hatin sinetkirin.