Ertaş: Dewlet ji rêxistinbûna jinê ditirse

Endama Platforma Jinan Cansû Ertaş diyar kir, ku dewlet ji rêxistinbûna jinê ditirse û got, wê jinan li hev kom bikin û têkoşîneke xurtir ava bikin.

Ji Platforma Jinê ya Enqereyê Cansû Ertaş ragihand ku ji ber krîza aboriyê kuştina jinê zêde bûye û anî ziman, bi kûrbûna krîzê re destpêkê dawî li karê jinê hatiye anîn. Ertaş bi bîr xist, 87 ji sedî yê jinên li Tirkiyeyê dixwazin bixebitin û ji aliyê aborî ve azad bin, lê belê di peydakirina kar de zehmetiyan dikişînin û got, "Li gorî lêkolîna DÎSK-AR'ê 721 jin ên herî kêm 2 sal in ji zanîngehê mezin bûne dest ji daxwaza xwe ya kar berdane. Di nava mêran de ev hejmar derdora 200 hezar e."

Ertaş destnîşan kir ku kuştina jinê ji ber sîstema baviksalarî ye û got, "Di sala 2019'an de 474 jin hatin kuştin. Ev yek hejmara herî zêde ya 10 salên dawî ye. Desthilatdarî ku li gorî berpirsyariya xwe divê pêşî li kuştina jinê bigire û ceza li kujeran bibire, polîtîkayên li dijî jinê meşand, li gorî Peymana Stenbolê tevnegeriya û kuştina jinan bi rengekî hovane ji nedîtî ve tê.

Civak bi sedan sal in bi vî rengî ji aliyê vê sîstema baviksalariyê ve tê birêvebirin. Ji ber têkoşîn û serhildana me êdî ev rastî tê dîtin. Bi sedan sal in mêr tundiyê li jinê dikin, dikujin. Yek ji sedemên zêdebûna bûyerên kuştina jinê li Tirkiye û cîhanê bêguman krîza aboriyê ye. Li Tirkiyeyê mêr ji ber krîza aboriyê ji ser hişê xwe diçin û hem xwe hem jî hevserên xwe dikujin. Mêr biryara xwekuştinê dide. Bêguman ev yek tenê aliyê aboriyê yê tundiya li jinê ye."

JINAN DIJBERÎ HEV DIKIN

Cansû Ertaş bal kişand ser mufredata Wezareta Perwerdeya Milî ku hefteyên dawî kete rojevê û jinên sergirtî weke mirovên bi rehm û yên servekirî jî weke jinên tundî li wan tê kirin nîşan dide û got, "Dixwazin jinan bixin nava normekê, mûxafazakar bikin. Jinên sergirtî weke yên bi rehm, yên servekirî jî weke yên tundî li wan tê kirin nîşan didin. Ev yek cihêkirina jinê ye. Dijberkirina li hev û cihêkirina ji hev e. Dixwazin li pêşiya yekbûn û têkoşîna hevpar a jinan bibin asteng. Ji ber ku jin li dijî vê sîstema baviksalariyê ne, li dijî vê sîstema dijberê aştiyê ne. Ji ber ku jin alîgirê aştiyê ne û xwedî wê hêzê ne ku vê yekê pêk bîne, dewlet ji rêxistinbûna jinê ditirse."

Ertaş destnîşan kir ku wê jinan hîn bêhtir li hev kom bikin, têkoşîneke xurt bimeşînin û got, "Lê belê Platforma Jinan a Enqereyê di nava dozan de asê maye. Em hewl didin bi dozan re eledar bibin û raya giştî agahdar bikin. Di vê mijarê de hewldaneke me ya ji bo avakirina têkoşîneke hevpar heye. Jin dixwazin dakevin qadan, mafên xwe biparêzin, lê mixabin ji ber ku dewlet Rewşa Awarte didomîne tên astengkirin."