Dayika Emetûllah rehmet kir

Dayika Emetûllah Guzel a 85 salî ya di refên pêş ên têkoşîna demokrasiyê de cih digirt, rehmet kir.

Dayika bi navê Emetullah Guzel a 85 salî ku di têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd de li refên pêş cih digirt, li malê rewşa wê giran bû û rehmet kir. Ev mehek bû dayika Guzel nexweş bû. Cenazeyê Guzel li Goristana Elîparê ya Amedê hat veşartin.

Kurê dayika Emetullah Guzel, Îbrahîm Guzel di sala 1993’an de beşdarî refên PKK’ê bû. Piştî lawê wê beşdarî PKK’ê bû, dayikê di têkoşîna gelê Kurd de rolek çalak leyîst û li her çalakiyên li Amedê cihê xwe digirt. Kurê dayika Guzel, di sala 1996’an de şehîd bû. Gora lawê dayikê nebû û bi salan li benda agahiya ku gora wî were dîtin ma.

Serdanên sersaxiyê li Mala Şînê ya Elîparê tên qebûlkirin.