Taşdemîr: Li Kurdistanê li dijî jinê polîtîkayên taybet ketine dewrê

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir, bi desthilatdariya AKP'ê re tundiya li jinê gihîştiye asta herî bilind û got, bi taybetî li Kurdistanê li dijî jinê polîtakayên taybet ketine dewrê.

Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê yên li dijî jinan, kuştina jinan zêde dibe. Li gorî daxuyaniyên fermî yên dewleta tirk, di sala 2016’an de li Tirkiyeyê 304, sala 2017’an 353 jin, di sala 2018’an 280 jin û di sala 2019’an de jî 299 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di sala 2017’an de 409 jin, di sala 2018’an de 440 jin û di sala 2019’an de jî 474 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Platformê ragihand ku di sala 2019’an de 185 jin bi çekê, 101 jin bi kêrê hatin kuştin, 29 jin hatin fetisandin, 6 jin bi dermanên kîmyewî, 27 jin bi lêdanê, 6 jin bi şewitandinê û 19 jî ji bilindahiyê hatin avêtin û kuştin.

Di navbera daneyên dewletê û yên platformê de cudahiyeke mezin heye. Ev yek jî nîşan dide ku dewlet bûyerên kuştina jinan ji raya giştî vedişêre. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li ser tundî û polîtîkayên tifaqa faşîst AKP-MHP’ê ya li ser jinan axivî. 

'AKP DIXWAZE JIN KOLE BE'

Taşdemîr anî ziman ku bi desthilatdariya AKP’ê re tundiya li jinê kete asta herî jor û wiha axivî: "Li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser jinan polîtîkayên taybet tên meşandin. Ev polîtîka ne nû ne û ji sala 2002’an û vir ve dema AKP hate ser desthilatdariyê, ev polîtîka hin zêdetir bûn. AKP bi vê hişmendiyê dixwaze civakek li gorî xwe ava bike û di vê pergalê de jî rola koletiyê ji bo jinan destnîşan kiriye. Di nava hemû saziyên dewletê de polîtîkayên zayendî tên meşandin û bi taybetî saziyên dewletê jinên li ber xwe didin û têkoşer dikin hedefa xwe. Dewlet naxwaze xeta azadiya jinê xurt bibe. Ji ber wê yekê her cûre şer li dijî jinan tê meşandin û dixwazin jinan di nava civakê de bixin. Dewletê tenê rolek ji bo jinan daye destpêkirin û ev jî divê jin zarokan bînin dinê û di nava çar dîwaran de xizmeta mêr bike. Dewlet jinên ku serî ditewînin û mirî dixwaze. Tirkiye ji bo destketiyên jinan desteser bike gelek zagonan diguherîne."

'ÊDÎ JIN TÊN WINDAKIRIN'

Di berdewama axaftina xwe de Taşdemîr da zanîn ku li Kurdistanê dewletê polîtîkayên taybet xistine dewrê û got, "Di demên dawî de jin tên windakirin û cenazeyên wan jî nayên dîtin. Her wiha dest diavêjin jinan û ev jî ji aliyê hêzên dewletê û alîgirên wan ve tên kirin. Ev polîtîkaya dewletê li Kurdistanê bi rêk û pêk ketiye dewrê. Kesên ku vî karî dikin û vî karî didin kirin nasnameya wan girînge. Hemû jî polîs, leşker û xebatkarên saziyên dewletê ne. 40 sal e şerê qirêj li Kurdistanê tê meşandin. Li gel vî şerî polîtîkayên qetilkirinê, girtin, windakirin, pişaftin û asîmlasiyonê li ser kar in. Bi taybetî jî di demên dawî de deshilatdarê jinên ciwan û zarok xistine hedefa xwe û polîtîkaya xwe li ser wan didin meşandin. Bi taybetî jî deshilatdariyê Dersim weke herêma pîlot destnîşan kiriye û zanîngeha Mûnzûrê kiriye qada xistina jin ên ciwan. Bi taybet jî ciwanên di aliyê aborî de xizanin û welatparêz kirine hedefa xwe. Dîsan li Cizîr, Mêrdîn, Amed û Wanê jî ev polîtîka bi awayek sîstemtîk di dewrê de ye. Bi taybetî jî ev polîtîka weke xeta dijminatiyan li jinan didin meşandin. Ji ber ku AKP dixwaze sîstemekî yek mêrî pêş bixe. Di vê sîstemê de jî rola jinan koletî ye. Kesên ku li ber vê radibin jî dibin hedefa êrişa sîstemê. Mixabin li seranserî Cîhanê polîtîkayên li dijî jinan hemanin. Lê belê li her derê Cîhanê têkoşîna jinan jî bilind û xurt e."

'JIN JI BO CIVAKÊ TÊDIKOŞIN'

Taşdemîr bilêv kir ku têkoşîna jinê ne tenê ji bo jinan e û got: "Bi demê re ev têkoşîn veguheriye têkoşîna civakê. Ji ber ku têkoşîna civakê bi jinan xurt dibe ev jî dibe hedefa dîktatoran. Deshiltdariya mêr ji ber ku naxwaze civak hişyar bibe li her qadên civakê jinê dikin hedef. Dema ku mirov li polîtîkayên AKP dinêre dibîne ku bi mêran re li dijî jinê hevpeymanek çêkirine. Mêr dijminê jinê ye û mêr her tişî dike û dewlet diparêze. AKP ji mêr e dibêje li ber min ranebe tu di nava mal û civakê de çi dikî bike. Dikarî jinan qetil bikî û destdirêjiyê bikî. Dema mêr jinan qetil dike qerewet û taximek cil li xwe bike dewlet mêr diparêze û jinê gunehbar dike. Dewlet bi parastina mêran peyamê dide hemû ferdên civakê. Sîstem ti carê jinan napêre û berovajiyê wê jinan qetil dike. Jin rastî tundî û kuştinê tê, serî li qereqolê dide dewlet dibêje tiştek ez bikim tuneye. Yan jî pirs dike te çi kiriye ku hevserê te wiha kiriye. Li hemberî vê polîtîkayê divê jin yekitiya xwe ava bike û xwe bi rêxistin bike."