Li Dîlokê hewldana desteserkirin û binçavkirin hatin şermezarkirin
Hewldana desteserkirin û binçavkirina hevşaredar û endamên meclîsa Akdenîzê li Dîlokê hat şermezarkirin.
Hewldana desteserkirin û binçavkirina hevşaredar û endamên meclîsa Akdenîzê li Dîlokê hat şermezarkirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Dîlokê bi armanca şermezarkirina binçavkirina hevşaredarên Akdenîzê yên Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclîsa Şaredariyê yên DEM Partiyê daxuyanî da çapemeniyê.
Di çalakiya li Parka Yeşîlsû ya navçeya navendî Mezmaxorê hat lidarxistin de, parlamentera Partiya Kedê (EMEP) Dîlokê Sevda Karaca, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Dîlokê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê û gelek kes amade bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê li dijî desteserkirina vînê bi berxwedanê bi ser bikevin, ne qeyûm demokrasî“ hat vekirin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Dîlokê Zozan Ayhan diyar kir ku armanca van binçavkirinan tinekirina vîna gelê herêmê ye û wiha got: “Me tu carî serî li hember pêkanîn û zextên we yên derbekar netewandiye û em ê netewînin.”
Parlamentera EMEP'ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî got, “Yên ku bi van rêbazên darbeyê hewl didin vîna gelê Kurd tine bikin wê kengê werin ser hişê xwe? Gelê Kurd ê ku bi şev û roj li kolanan e, li her bajarê ku we qeyûm tayîn dikin, ji bo vîna xwe şev û roj kolanan naterikînin.”