Li dijî kuştina jinan li Atînayê meş hate lidarxistin

Li Atînayê bi sedan jinan qetilkirina penabera Kurd Evîn Ekrem Alî şermezar kirin.

Li bajarokê Lavrîoyê jina penaber a Kurd Evîn Ekrem Alî li qereqola polîsan ji aliyê hevjînê xwe ve bi hovane hatibû qetilkirin. Li paytexta Yewnanistan Atînayê qetilkirina Evîn Ekerem Alî bi meşekê hate şermezar kirin. meş li Qada Akademîayê destpê kir, tevî jinên Kurd gelek jinên ji komên çepgir, sosyalîst û anarşîst beşdarî meşê bûn.

Bi sedan jin bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” meşiyan. Di meşê de wêneyên Evîn Ekrem Alî , pankartên bi zimanê Kurdî, Tirkî û Yûnanî, alayên YPJ û dovîz hatin hildan. Meş li cadeyên herî qelebalix ên bajêr dom kir û welatiyên derdor jî bi nîşaneya serketin û çepikan piştgirî da meşê.

Piştî meşê li pêşiya Parlamenta Yewnanistanê mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre daxuyaniya ku bi zimanê Kurdî, Tirkî û Yûnanî hatibû amadekriin, hate xwendin. 

Piştî çalakiyê dosyeya ku daxwazên jinan pêk dihat pêşkêşî Parlamenta Yewnanistanê hate kirin. Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.