TJK-E'yê kuştina jina Kurd li Lavrîoyê şermezar kir

Rêveberiya TJK-E'yê kuştina jineke Kurd a Rojavayî li bajarê Lavrîoyê yê Yewnanistanê ji aliyê hevserê xwe ve bi tundî şermezar kir.

Rêveberiya TJK-E'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Penabera Kurd a Rojavayî Evîn Ekrem ku ji ber êrişên hevkariya Tirkiye-DAÎŞ'ê yên li dijî Rojava beriya du salan cih û warê xwe terikand û neçar ma koçber bibe, li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê li pêş çavên zarokên xwe ji aliyê hevserê xwe ve bi rengekî hovane hate qetilkirin. Em vê kuştina hovane, kujer û sîstema dewletê ya ku kujeran diparêze bi tundî şermezar dikin.

Bûyera kuştinê 29'ê Çileyê saet 20:00 li bajarê Lavrîoyê li stargeha penaberan a li qatê jor ê avahiya qereqola polîsan qewimî. Penabera Rojavayî Evîn Ekrem Alî (35) ji aliyê hevserê xwe Behzat Alî ve bi kêrê hate kuştin. Bersûcê ku piştî bûyera kuştinê reviya, ji aliyê penaberên Kurd û polîsan ve piştî lêgerîna sê saetan hate girtin. Evîn Ekrem Alî ya ji Qamişloyê beriya du salan tevî malbata xwe hatibû Yewnanistanê û dayika çare zarokan bû.

Di daxuyaniya TJK-E'yê de hate gotin, "Di serdema heyî de tundiya li dijî jinê ji aliyê paşverûtiya zayendîperestiya civakî ve tê xwedîkirin û ya ku bi rengekî rêxistinbûyî vê tundiyê temsîl dike jî dewlet û desthilatdarî ye. Ji aliyekî ve ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê asteng bikin faşîzma li nava kolanan û malê xwedî dike, li aliyê din jî bi ti awayî ji tundiya rojane li jinan tê kirin û kuştina jinan neaciz e û teşwîq dike.

Kuştina jinê ne tenê li nava malbatê û qada cemaweriyê diqewime, di heman demê de dewlet pêşengiyê ji vê faşîzma zayendî re dike. Tundî ne tenê li dijî jinê tê kirin, di şexsê de li tevahiya civakê tê kirin.

Tundiya li jinê pirsgirêk û rojeva bingehîn a jinên cîhanê hemûyan e. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, divê jin cudahiya ziman, ol, nîjad û etnîkî deynin aliyekî, li hev kom bibin û rabin ser piyan. Kuştina jinê êdî qirkirina zayendî ye. Li dijî vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke hîn rêxistinbûyî heye. Jin bi têkoşîna rêxistinbûyî û yekîtiyê dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.

Li dijî tundiya desthilatdariya dewletê û serdestiya mêr, em bang li jin-mêran ên li dijî tundî û çanda komkujiyê ne dikin ku li ber kuştina jinan rabin, dengê xwe bilind bikin û em dibêjin; Ji bo jiyaneke azad em rabin ser piyan."