Girtiyên ji doza PAJK'ê: Sedema mirina Bakir pergala nêrza ye

Girtiyên ji doza PAJK'ê bi peyamekê ragihand, ku sedema xwekuştina Nûrcan Bakir a li zindanê pergala nêrza ye û destnîşan kir, ku sedem çi dibe bila bibe ew rast nabînin ku dîleke azadiyê dawî li jiyana xwe bîne.

Bi navê dîlên azadiyê yên PAJK'ê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê Kajîn Perî li ser şehadeta endama wan Nûrcan Bakir peyamek weşand.

Peyam wiha ye:

Di sedsala 21'ê de pergala modernîteya kapîtalîst qirkerî û kujeriya xwe ya li ser gelan, li ser jinê, li ser çand û civakê gihandiye lutkeyê. Ev kujerî di hemû warên jiyanê de bi gelek rengan û bêperwa pêk tê. Modernîteya kapîtalÎst mirinê û întixarê li civake, li jinê, berî her kesî li gelê Kurd ferz dike. Têgihiştina pêwendiya navbera pergalê û bûyerên ku pêk tên girîng e. Tenê bi têgihiştina rastiyê em ê karibin li hemberî vê qirkerî û kuerjiyê li ber xwe bidin.

Di 14'ê Çileya 2020'an de li zindana Bûrhaniyeyê, girtiya 28 salan hevala me Nûrcan Bakir dawî li jiyana xwe anî. Vê bûyerê wekî dîlên azadiyê, wekî gelê Kurd û wekî jinê em ji kûrahî ve êşand. Di serî de malbata me ya hêja, serê gelê me û hevalan sax be. Çi li derve çi li hundir her jina ku jiyana jê tê standin ji bo me mijara xemgîniya mezin e, hinceta avakirina jiyana azad û mezinkirina têkoşîna jiyanê ye.

Hevala Nûrcan şervan û kedkara têkoşîna me ya azadiyê bû. Welathez û bi nirxên gelê xwe ve girêdayî bû. 28 salan di mercên zindanê yên dijwar de li ber xwe da û bi ti awayî li hember zext û zordariyên pergalê serî netewand. Xwest û hêviyên wê azadiya civakî bû. Lê em zanin ku zindan bi xwe ji aliyê serdestiya nêrza ve bi armanca tinekirina kesayet, tinekirina armanc û xeyalên mirovan, tinekirina civakîbûna nirxên hatiye avakirin e. Eger mirov her roj bi hişmendiya azadiyê û heqîqetê hest û raman û baweriya xwe xurt neke, ji hêz ketin, qelskirin, berpêlên bêwateyî û qirkeriya zindanê ketin wê jênerev be. Lewma qirkerî, jînkujî, çandkujiya pergalê li zindanê qat bi qat kûrtir û dijwartir e.

BI ISRAR TEVLÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ BÛ Û 87 ROJAN DI GREVÊ DE MA

Hevala Nûrcan jî ji ber zehmetiyên ku di salên dirêj de lê der bû, ji sala borî ve hinek pirsgirêkên derûnî yên norolojîk dijiya. Lê heval bi alîkariya hevalên xwe li ber xwe da ku van pirsgirêkan derbas bike. Sala borÎ piştî demekê tedawî dît, xwe heta radeyekê komî hev kir. Tevî israran bi biryara xwe derman berda. Bi destpêkirina greva birçîbûnê ya bêdem, wê jî xwest di çaakiyê de cih bigire, lê ji ber tenduristiya wê hevalên li ba wê guncav nedît, destûr nedan. Piştî 1'ê Adara 2019'an ku bi gelemperî tevlîbûn pêk hat, hevala Nûrcan jî xwest tevlî bibe û ji b bêbawerî û hestên neyînî nejî hevalan destûr dan ku tevlî bibe. Heval 87 rojan di grevê de ma û çalakiya xwe bi xurtayî domand, bir serî. Lê piştî çalakiyê bi demekê şûnde hevala Nûrcan di aliyê tenduristiyê de ji aliyê ramanî û derûnû ve gav bi gav nebaş bû. Tevî ku hemû hevalan hewl dan ku hevala Nûrcan tedawî bibe û xwe komî ser hev bike, heval xerabtir bû û ji menzelê derket, çû muşahadeyê bi tenê ma. Ji ber ku hevala me ne bi zanebûn, ji ber nexweşiyê ji menzelê derketibû, heval bi pey ketin da ku teqez vegere menzelê.

TEVÎ PIRSGIRÊKÊN XWE YÊN TENDURISTIYA DERÛNÎ JÎ BI ZORÊ SIRGÛN KIRIN

Piştî ku heval Nûrcan di muşahadeeyê de erman bi kar anî û xwe komî ser hev kir, xwest vegere menzelea xwe, nava hevalan. Hevalên menzelê jî li benda wê yekê bûn. Lê di heman rojê de bi carekê hevala Nûrcan mişextî zindana Bûrhaniyeyê hate kirin. Tevî ku îdareya zindanê û Wezareta Dadê ji nexweşiya heval agahdar bûn jî daxwaznameya heval a ku ji menzelê derketibû kirin hincet û heval mişext kirin. Hevala nûrcan li Bûrhaniyeyê li ba hevalan bû. Hewl dida bi sewkê vegere cihê xwe yê berê yan jî qadeke din a guncav. Tiştên ku jiya bû ew gelekî tengav û aciz kiribû. Li gorî agahiyan dermanê xwe jî bikarnedianî, me di rewşeke wisa de agahiya heval bihîst.

Bi peyama ku we li ber zilma pergalê serê xwe netewîne.

'BERPIRSYAR PERGALA NÊRZA YE, EM BI TI AWAYÎ XWEKUŞTINÊ QEBÛL NAKIN'

Bêşik çawa ku li derve sedema qirkirina jinan pergala nêrza û serdest be, di mînaka hevala Nûrcan de jî sedema wê encamê pergalê bi xwe ye. Lewra avakarê zindanê, kiryarê hemû zilm û zorê ev pergal e. Lê wekî jin, wekî Kurd, wekÎ gelên bindest, divê em mirinê ji bo xwe nepejirînin. Divê em bi ti awayî mirinê hêsan û erzan ji bo xwe nepejirînin. Lewra mirinên bi vî awayî, dawî li jiyana xwe anîn berxwedan nîne, xilasî nîne, serîhildan nîne. Ev mirinên hêsan perçeyekî polîtîkaya qirker ya pergalê ne. Wekî dîlên azadiyê yên jin, em bi ti awayî vê helwestê napejirînin, ras tnabÎnin, şayanî sekna şorşegeran nagirin dest. Dawî li jiyana xwe anîn berxwedan an jî lehengî nîne û em ê wisa nepejirînin. Ev yek bêmafiya li lehengî û bexwedêriya dîroka me li şehîdên me jî. Divê ti jinên Kurd ti şoreşger, ti heval, tenezûlî mirinên erzan neke û bi kirinên wisa qirkeriya pergalî hêsan û rewa neke. Lewra jiyana mirovan bi nirx e, giranbuha ye. Wekî gelê Kurd, wekî jinên şoreşger, bar û berpirsyariya azadiyê ya pîroz li pêşiya me ye, li benda me ye. Roja ku pêwîst bû şoreşgerek jiyana xwe berdêl dike jî, divê hezar wate û jiyanên azad ji wê mirinê biafirin. Wekî ku Rêbertiya Konfederalîzma Demokratîk di peyama xwe ya herî dawî de jî anîbû ziman, ji bo dîlên azadiyê parastina tenduristiya il, raman û bedenî û kûrbûna li ser heqÎqetê esas e. Berxwedana herî rasteqîn jî ev e.

Em dixwazin raya giştî, gelê me û hemû hevalan li ser vê esasî agahdar bikin. Em careke din ji malbata hevla Nûrcan, gelê Kurd û tevahiya hevalan re sersaxiyê dixwazin."