KJK'ê ji bo Habîbe Çîftçî peyama sersaxiyê weşand

KJK'ê ji bo Habîbe Çîftçî ku ji ber kanserê jiyana xwe ji dest da peyamek weşand û diyar kir, "Ji ber wefata Habîbe Çîftçî em sersaxiyê ji vê malbatê û hevalên xwe yên gerîla yên ji vê malbatê re sersaxiyê dixwazin."

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de hate gotin, "Habîbe Çîftçî di 20'ê Çileyê de ji ber kanserê li Aydinê li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû wefat kir. Habîbe Çîftçî di sala 1975'an de li Bedlîs-Norşînê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz de mezin bû.

Dayika wê Rahîme Çîftçî piştî darbeya 1971'ê di dema serdegirtina gundê wan de ji ber ku li ber êşkenceya giran a li gundiyan dihate kirin rabû, bi berda li serê wê xistin felç bû û wefat kir. Bavê wê Ferman CemÎl jî di dawiya sala 1980'î de ji ber êşkenceyê xwîn rijiya ser mejiyê wî û wefat kir.

Sê xwişk-birayên wê li nava refên me ne û ew jî tevî ku bi nexweşiya giran bû timî li nava refên têkoşînê bû, li girtîgehê ma, êşkenceyên giran dît, lê belê ti carî ji têkoşînê qut nebû û di serî de karên jiyana bi rengekî çalak tevlî gelek karî bû.

Tevgera me ya azadiya jinên Kurd niha ji sînorê xwe derbas kiriye û veguheriye tevgereke gerdûnî. Li ser bingeha îdeolojiya Rêber Apo bi milyonan jinên Kurd di serî li Bakurê Kurdistanê mîna ku di şexsê Habîbe Çîftçî de hate dîtin di nava têkoşînê de xwe nas kirin, li ser ruhê azadiyê xwe bi pêş xistin. Em bi xemgînî pê hesiyan ku endama kedkar, fedakar a gelê Kurd û tevgera azadiyê ya jinê hevala me Habîbe Çîftçî ji ber kanserê wefat kiriye. Em Habîbe Çîftçî ya hêja bi rêz bi bîr tînin.

Dema ku mirova bala xwe bidin ser dîroka têkoşîna gelê Kurd dibînin ku malbat hene bi her awayî tevlî bûne. Bi saya van mirovên me ku ji pîvana welatparêziyê ya têkoşîna me ya azadiyê  ti carî tawîz nedan, gelê me gihîştiye vê astê, mezin bûye. Û bi saya van malbatên me yên ku li çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê ne, têkoşîna me ya azadiyê mezin bûye. Malbata HabÎbe Çîftçî ya ji Bedlîs-Norşînê jî yek ji wan malbatan e."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber wefata Habîbe Çîftçî em sersaxiyê ji vê malbatê û hevalên xwe yên gerîla yên ji vê malbatê re sersaxiyê dixwazin."