TJA’yê berdevka xwe ya vê serdemê hilbijart

Tevgera Jinên Azad (TJA) di Kombûna Jinan a 3’emîn de ya li Amedê Ayşe Gokkan ji bo berdevkiya serdemê hilbijart.

Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi tevlibûna 700 delegeyên jinan bi dirûşmeya "Em jin in, ji bo azadiya xwe hene. Ji bo guhertinê li ser piyan e" da destpêkirin di roja duemîn de bi dawî bû. Konferansa ku li Amedê li saloneke dawetê hat lidarxistin hevkarên TJA, ji Herêma Federal a Kurdistanê, ji Îngilistanê rêxistinên jinan, nûnerên saziyên jinan, gelek nûnerên saziyên sivîl (STK) , Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek jin tevli bûn. Di dawiya konferansê de Ayşe Gokan ji bo berdevkiya TJA'yê hat hilbijartin.

Di konferansê de hat diyarkirin ku wê encamnameya konferansê jî di rojên pêş de bê eşkerekirin.