Dayikên Şemiyê ji bo Taniş û Denîz hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo Serokê HADEP’ê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebûbekir Denîz ên sala 2001’ê yên ji bo Fermandariya Jendermeyan a Silopyayê hatin vexwendin û êdî ti agahiyek jê nehatin girtin, hatin ba hev.

Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 775'an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dayikên ku ji hefteya 700’an heta niha hewl didin li qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin, 175 hefte ye tên astengkirin. Polîsan îro jî asengî ji dayikan re çêkirin û polîsan destûr nedan ku dayik li qada Galatasarayê kom bibin.

Dayikan di hefteya 775'an de dîsa piştî astengiya polîsan hatin li kolana pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn. Dayikan li vir daxuyanî dan çapemeniyê û aqûbeta windayan pirsîn.

Di çalakiyê de parlamenterê HDP'ê Ahmet Şik, Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancıoglu, Şaredarê Dersimê Fatih Mehmet Maçoglû û nûnerên gelek saziyên sivîl amade bûn. Dayikan li kolanê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Dayikan dîsa wêneyên windayan rakirin û qurnefil xistin destê xwe. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Serokê HADEP'ê yê Sîlopiyê Serdar Taniş û û Sekreterê HADEP'ê Ebubekir Deniz yên hatin destgîrkirin û li qereqolê hatin windakirin pirsîn.

Endama Komîsyona kesên dema destgîrkirî hatin windakirin ya Şaxa ÎHD'ê Sebla Arcan daxuyanî da. Arcan, anî ziman ku çalakiyên wan li Qada Galatasarayê tên astengkirin û wiha got: "Bi vê astengiyê mafê hiqûqî tê binpêkirin. Di 25'ê Çileya 2001’an de Serokê HADEP'a Sîlopiyê Serdar Taniş û Sekreterê HADEP'ê yê Sîlopiyê Ebubekir Deniz piştî çûn îfadeyê bidin hatin destgîrkirin û piştre agahî ji wan nehat girtin. “Di hefteya 775'an de, 19 salin em li Serdar Taniş û Ebubekir Denîz dipirsin. Me em ji bîr nekirine. Serdar Taniş ê 25 salî di sala 2000'an de ji bo avahiya HADEP'ê li Sîlopiyê veke hat peyvirdarkirin. Fermandarê Alaya Jendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz ji bo Taniş dest ji partiyê berde gef lê xwarin. Dîsa Fermandarê Qereqola Jendirmeyan a Sîlopiyê Suleyman Can gef lê xwarin. Tevî hemû gefan di 3'ê Çileya 2001'an de avahiya HADEP'ê vekir. Serdar Taniş bû serokê HADEP'ê yê Sîlopiyê. Taniş piştî gef lê hatin kirin serî li hemû nûnerên fermî dan û daxwazname dan. Lê di 25'ê Çileya 2001'an de ji bo îfadeya wî bigirin qereqolê bang li Serdar Taniş û Sekreterê HADEP'ê yê 27 salî Ebubekir Denîz kir. Taniş û Denîz piştî çûn Qereqola Jendirmeyan a Sîlopî carek din derneketin. "

Arcan, anî ziman ku piştî Taniş û Denîz hatin destgîrkirin û zextên cemaweriyê zêde bûn 5 roj şûnde Waliyê Şirnexê Huseyin Başkaya, diyar kir ku Taniş û Denîz di 25'ê Çile de hatine qereqolê û piştîgirtek girtine derketine. Arcan, da zanîn ku piştî zextan Walî gotiye 'Dibe ku HADEP'ê ew revandibin' û parastina xwe kiriye.

Arcan, bibîr xist ku bavê Taniş Şuayip Taniş, piştî kurê wî winda bû serî li hemû rayedar û nûnerên dewletê dan, lê heta niha ti encam bi dest nexistine. Bavê Taniş Şuayip anî ziman ku ew birine Fermandariya Jendirmeyan û Fermandarê Jendirmeyan Levent Ersoz, jêre gotiye ‘Bila kurê te dest ji vî karî berde. An ji bo we baş nabe' û gef li wî xwariye.

Arcan, herî dawî da zanîn ku malbatê searî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dane. Ji ber ku DMME lêpirsînek serbixwe nekiriye wan xemgîn dike.

Kurê Serdar Taniş Diyar Taniş ê 20 salî jî di çalakiyê de got: "Sed sal jî derbas bibe ez bavê xwe ji bîr nakim. Ez ê lêgerîna bavê xwe berdewam bikin û ti carî kiryaran efû nakim. Ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim."

Piştre nameya Keça Ebûbekîr Deniz Ceylan Deniz a şandibû cihê çalakiyê hate xwendin.