Nasnameya şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat eşkerekirin

Hat ragihandin ku Îbrahîm El Îbrahîm dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe li herêma Dêr Hafir a gundewarê rojhilatê Helebê pêk dianî şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku li Dêr Hafir ê rojhilatê bajarê Helebê şehîd bû, eşkere kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye: “Em bi serbilindiyeke mezin ji gelê xwe re şehadeta endamekî hêzên xwe ya kantona Cizîrê şehîd Îbrahîm Ehmed El Îbrahîm radigihînin. Şehîd dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe li herêma Dêr Hafir a gundewarê rojhilatê Helebê pêk dianî de gihîşt asta şehadetê.

Em sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên şehîd re dixwazin û soza berdewamkirina têkoşînê li ser şopa wî heta bidestxistina azadî û aştiyê ji bo gelê xwe dubare dikin. Fedekariya şehîdên me wê bibe me ber bi ronahiyê ve bibe."

Agahiyên der barê nasnameya şehîd wiha ne:

Nav û paşnav: Ibrahîm El Ibrahîm

Navê bav: Ehmed

Navê dayikê: Watfa

Cih û dîroka jidayikbûnê: Gundê Dibiş, 2’yê Çileya 1996’an

Dîroka tevlîbûnê: Dirbêsiyê, 19’ê Îlona 2022’yan

Cih û dîroka Şehadetê: Dêr Hafir, 9’ê Çileya 2025’an