‘Li hemberî şîddeta dewlet û mêran divê em têkoşîna xwe geştir bikin'

Çalakgera TJA’yê Xatûn Yildiz bal kişand ser şîddeta li ser jinan û got “Divê em têkiliyê bi hemû jinan re deynin û têkoşînê geş bikin.”

Şîddeta li ser jinan û qetlîam di dema AKP’ê de zêdetir bû û polîtîkaya saziyên darizandinê ya cezanedayînê jî her roj belav dibe. Li Tirkiyeyê her meh bi dehan jin ji aliyê mêran ve tên kuştin û polîtîkaya cezanedayinê ya saziyên darizandinê jî didome. Çalakgera Tevgera Jinên Azad (TJA) Xatûn Yildiz qala rola dewletê ya di qetlîamên li ser jinan û têkiliya wan bi saziyên jinan re ji ANF’ê re nirxand.

Yildiz diyar kir ku TJA û saziyên din ên jinan nekarîne pêşiya van qetlîaman bigirin û dewleta nahêle ku saziyên jinan bixebitin. Yildiz diyar kir ku li hemberî qetlîamên jinan serhildaneke mezin çênabe û ji ber polîtîkaya dewletê xebatên ew dikin jî tên krîmînalîzekirin.

Yildiz got ku “Ji ber ku xebatên me tên astengkirin, em nikarin xwe bigihînin jinan.  Ji ber van astengkirinan êdî jin ditirsin ku têkilî bi me re deynin. Li malê ji mêran û li derve jî ji dewletê ditirsin, ji ber vê jî nikarin qala pirsgirêkên xwe bikin. Dema mirov van tiştan li ber çavan bigire, tê dîtin ku mirov nikare pêşiya cînayetên li ser jinan bigire.  Divê em xwe bigihînin hemû jinan. Li Amedê divê em xwe bigihînin hemû jinan û em têkoşînê geştir bikin.”

Yildiz diyar kir ku li taxan dema ew têkiliyê bi jinan re datînin jin berê pirsgirêken xwe vedişêrin û got ku “Lê dema dibînin ku em baweriyê didin wan, dest bi qalkirinê dikin û têkiliya xwe ya bi me re didomînin. Jinên ku li ser wan şîddeta mêr, bira û bav heye, serî li me didin. Em jî ji bo piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk berê wan didin Komeleya Jinan a Rosayê û em piştre rewşa wan dişopînin. Em diyar dikin ku heta kêlîka dawîn em wan bi tenê nahêlin.”