PAJK’ê Viyan Caf bibîr anî: Biryardariya wê bi ser dixe

PAJK’ê di salvegera şehîdbûnê de Viyan Caf bibîr anî û got: “Sedema çalakiya hevrê Viyan ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û dîsa hestyarbûna dost û hevrêyan a li dijî tecrîdê bû.”

Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîsk di salvegera şehîdbûnê de endama Meclîsa Leşkerî ya YJA Star û Endama Meclîsa Partiya PAJK’ê Viyan Caf (Leyla Walî Husên) bibîr anî, li dijî Komploya 15’ê Sibatê peyam da.

Daxuyanıya PAJK’ê wiha ye:

“Di sala 2006’an şeva 1’ê Sibatê bu 2’yê Sibatê ve di de girêdan li çiyayên Kurdistanê hevrêya me a jina Kurda leheng Leyla Walî Hisên (Viyan Caf) ji bo dost û dijmin da nîşandan ku têkoşîn bi çi biryardariyekê tê kirin. Hevrê Viyan a li bajarê Silêmaniyê ku bi serhildanên Başûrê Kurdistanê mezin bûye, di nava Meclîsa Partiya me de cih digirt. Bi nameya piştî çalakiya xwe hiştibû, hem ji bo hevrê û hem jî ji bo gelê Başûrê Kurdistanê di asta manîfestoyekê de bû. Hevrê Viyan a ji bo Roja ku dixwestin tarî bike, ji bo ronî bike têdikoşiya, bi vîn û biryardariya xwe bûye yek ji kevinên dîrokî yên têkoşîna me.

 ‘DIXWAZIN ME FÊRÎ BÊ VÎNIYÊ BIKIN’

Hevrê Viyan di nameya xwe de wiha gotibû; 'Komploya Navneteweyî ya li Îmralî û dîsa pêvajoyeke xeter a nû ya li ser gelê Kurd destpê kiriye. Dixwazin hewldanên Rêber Apo û gelê Kurd ên aştiyê vala derbixin. Bi vekirî vê banga ku teslîm û dev ji Rêber Apo berdin dikin. Dixwazin me bê Rêber Apo, bê vîn û îdeolojî bikin.'

Texmînên hevrê Viyan ên di nameya xwe de qala wê kirî ya li ser Komploya Navneteweyî îro hê berfirehtir û kûrtir derdikevin pêşiya me.

 ‘BIRYARDARIYA VIYANÊ DIBE SERKETINÊ’

Hêzên komploger dixwazin bi navê Kurd li Kurdistan û azadiyê naxwazin. Ji bo teslîmgirtina Kurdan û jinan ji bo wan ji rêya têkoşînê bikin her tiştî dikin. Biryardariya Viyana a ku vê bayê vegerîne ziyanê dide dijmin, ji bo gavê bide avêtin çalakiyên wiha pêş xistine. Divê di serî de gelê Kurd û jin li dijî polîtîkayên li herêmê rawestin.

 ‘DIXWAZIN XAK Û HIŞMENDIYÊ JÎ DAGIR BIKIN’

Hegonomiya Navendî ji bo Kurdan qir bike bi taybet dewleta Tirk erkdar kiriye. Dixwazin nirxên gelê Kurd a Kurdistanê tine û bikin parçeyek ji sîstemê. Di serî de xaka Başûrê Kurdistanê dixwazin dagir bikin û heta hişmendiyê jî dagir bikin.

Dagirkeriya Kurdistanê ya ku her detaya wê cuda cuda digire dest, projeya teslîmgirtina Rojhilata Navîn projeyeke stratejîk e. Komploya Navneteweyî yek ji parçeya herî bingehîn projeya teslîmgirtina Rojhilata Navîn e. Ji bo Kurdan qir bikin, Kurdbûnê bi temamî teslîm bigirin û bi rehetî bikevin Rojhilata Navîn Komploya Navneteweyî pêk anîn. Astengiya herî sosyolojîk a herî bi hêz a pêşiya vê projeyê digre Rêber Apo dîtibûn. Ji ber ku ji Rêber Apo ji bo hafizeya çand, ziman, parastin, perwerdehî, aborî, hiqûq û civakî  ya gelê Kurd avakirî li hemû qadan hebûna gelê Kurd bi azad bide nîşandan hewldanên mezin dikir. Ji bo vê hêzên hegonom di bin gardiyanbûna Tirkiyeyê de dixwazin Kurdan û jinan ji hev bikin û parçe bikin. Dixwazin Kurdan teslîm bigirin, bi kinahî dixwazin bi dewleta Tirk ve bidin girêdan. Hegonomiya navendî gava yekem a vê Kurdbûnê li Başûrê Kurdistanê avêt. Hevrê Viyan ev rastî dît, çalakiya xwe li dijî vê rastiyê kir.

 ‘EM Ê HEQÎQETA RÊBERTIYA XWE BI CIH BÎNIN’

Em Partiya Azadiya Jinan a Kurdistan em ê rastiya sosyolojîk a Rêbertiya me ava kirî bi cih bînin û têkoşîneke mezin bikin.  Em ê hê zêdetir têkoşîna demokrasiyê ya yekbûna gelê Rojhilata Navîn, bi hev re jiyanê mezintir bikin. Berovajî hegemoniyaya navendî gelê Rojhilata Navîn wê rastiya konfederalîzmê qadên jiyana demokrasî ava bikin. Her nerferekî Kurd û jineke Kurd wê hê bi berxwedêrtir têkoşîna demokrasiyê mezintir û ji bo hê baştir bixe sîstematîkê wê li ber xwe bide û têbikoşe. Biryardariya çalakiya hevrê Viyan ev da nîşanî me. Sedema çalakiya hevrê Viyan ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û dîsa hestyarbûna dosT û hevrêyan a li dijî tecrîdê bû. Tecrîda li ser Rêber Apo, êrîşa qirkirina Kurdan e. Îdeolojî, siyasî, hiqûqî, mirovî û çandî ye. Dagirkeriya Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Tecîrd sûcê qirkirinê ye. Têkoşînkirina li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê tê wateya têkoşînkirina li dijî sûcên qirkirinê. Têkoşîna me wiha digire dest, wê kurtir digire dest û dinirxîne.

Di kesayeta endama Meclîsa Partiya xwe Şehîd Viyan Cap hemû şehîdên meha Sibatê bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Bi biryardariya ku em ê qadên azad ji bo Rêbertî, gel û jinan ava bikin têkoşîna xwe bilind bikin.”