Encamnameya Civîna 3'emîn a Jinan hate eşkerekirin

Encamnameya Civîna 3'emîn a Jinan a TJA'yê hate eşkerekirin. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna li dijî tecrîdê wezîfeya bingehîn e.

Civîna 3'emîn a Jinan bi dirûşma "Em jin in, ji bo azadiya xwe hene, ji bo guherînê li ser piyan e" di 1-2'ê Sibatê de li Amedê pêk hat. TJA'yê encamnameya civînê eşkere kir.

 Civîn bi beşdariya zêdeyî 700 kesên ji Kurdistan û Tirkiyeyê pêk hat. Her wiha ji tevgerên jinan ên ji Îngilistan, Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek kes tevlî bûn. Di encamnameyê de sersaxî ji qurbaniyên komkujiyên Xarpêt û Meletiyê re hate xwestin.

Encamname wiha ye:

"Ji Rojava heta jinên Şengalê, ji dayikên şemiyê heta dayikên çarik spî, li Şîliyê bi reqsa Las Tesîsê li hember tundiya dewlet-mêrî bi gotina tecawizkar tu yî, kujer tu yî  belavbûna qîrîna jinan a li hemû cîhanê, li Îran û Lubnanê heta li her derê cîhanê li hember êrîşên mêran ên zayendperest, nîjadperest û olperest a zihniyeta mêrê desthilat li zindanan û li her qada jiyanê em hemû jinên ku têkoşîna azadî ya jinê bi berxwedanê mezin kirine bi evîna azadiyê ku di dile me de geş dibe silav dikin,

Em Civîna xwe di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemeza ku bi komploya navneteweyî li Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayira ku li Silopiyê hatin qetilkirin, di şexsê Hevrîn Xelefa ku vê dawiyê li Rojava bi destê çeteyên ku piştgirên wan AKP ye hat qetilkirin û yê Nûrcan Bakirê de ku li zindanan li hember teslîmiyetê dengê berxwedanê ye li hemû jinên ku di rêya têkoşînê de bêmirin bûne dibexşînin

Hevdîtina me di heyamek wisa de ku li ser jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn lihevdanên berjewendî yên hêzên kûrewî û herêmî tê de qefilîne, pêşveçûnên germ tên jiyandin, li hundir polîtîkayên faşîzma akp-mhp’ê yên bi dijminahiya jin û civakê berbelav bûne pêk hat. Hatina me ya ber hev a ji ser mîrasa tecrûbe û danheviya dîroka me ya ku têkoşîna jinê derxistiye holê bi qasî ku watedar e bi hilma azadiya jiyanê û mezinbûna hêviyê ku me di derbarê dahatûya xwe de ava kiriye di hêla carek din diyarkirina pêwistiya misyona me ya pêşengtî û peywirê de jî pêwîst e.

Şerê cîhanê yê 3. ku li Rojhilata Navîn ji ser pêşketina hegemonyaya modernîteya kapîtalîst a li gor armanc û berjewendiya xwe Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn dike her ku diçe mezintir dibe. Şerê ku bêhtir di hêla aborî, siyasî û îdeolojîkî de tê jiyandin bi pêşketinên nû carna bi qayîşkêşî carna jî bi lihevkirinê bêhtir kûr dibe û belav dibe.Helwesta polîtîk ku di rewşa heyî de li cîhanê hakim e li ser bidestxistina berjewendiyê, bi qasî lazmatî û pêdiviyan li ber çav girtina nakokiyê, di heman demê de bê ku nakokiyên nav xwe kûr bikin û bînin rewşa lihevdanê helwesteke baldariya rewşa terzakirinê ye. Erêkirin û piştgiriya ku ji dagirkirina Rojava re tê dayîn jî di vê çarçoveyê de ye. Şerê ku hatiye jiyandin êdî Îran û Tirkiyeyê jî aniye rewşa qada şer.

Daîş li Rojava wek leşkerî hatibe têkbirin jî ji hêla desthilatên faşîst ve hewl tê dayîn zihniyeta wan were jiyandin. Desthilatiya AKP-MHP’ê ya dijminê Kurd û jinan, bi siyaset û zihniyeta faşîst, mêtinger  û nîjadkujî û bi alîgiriya daîş’ê di serî de ya Rojava di esasê fetisandina destkeftiyên Kurdan de bi vegotina “Ewlehî û parastina Tirkiyeyê” ji derveyî sînorên me dest pê dike vebeyna xeyalên neo-osmanî û bi polîtîkayênzihniyeta îttîhat terakîtî di serî de li Rojava dixwaze ji ser rojhilata behra spî û Lîbyayê qadê ji berbelavbûniya tirk-îslamê re ve bike. Bi îlankirina wek dijmin a her kesên ku li dij siyaseta wî ya înkarker û nîjadkuj disekinin hewl dide civakê biqutufîne. Hewl dide bi wê awayê li desthilatiyê bimîne. Asta ku hatiye der ketiye holê ku digel hemû pêkutî û êrîşan dê nikaribe xwe ji herivînê xelas bike.

Ev desthilatî ji bo destkeftiyên şoreşa jinê ya Rojava ku mercên azadîxwazî yên herî xwezahî ya di nav hev de jiyîna gelan, bawerî û çandan pêk aniye bifetisîne ji ser vegotina “beka” ku dispêre înkarkirin û tunekirina Kurdan berê xwe dide guherîna demografyaya Rojava û polîtîkaya xwe ya bêkurdhiştina Rojava didomîne.

Roj roja yekîtiyê ye. Li hember rastiya cîhan û herêma guherînên siyasî, aborî û civakî tên jiyandin. Civîna me di pêvajoyeke ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd fersendên dîrokî çê bûne de, rastiya wekî destkeftiyên mezin wendakirinên mezin jî dikarin bên jiyandin dahiye destnîşankirin. Dabînkirina yekîtiya neteweyî wek peywira dîrokî dibîne. Li hember êrîş û kedxwariyên derve fikirîna di asta neteweyî de, birêxistinbûniya di asta neteweyî de, ji berjewendiyên partî yên teng ku li pêş yekîtiya neteweyî asteng in derketin dê gihîştina hedefa yekîtiya neteweyî hêzdar bike. Di esasê mayîndekirina destkeftiyan û tevahîbûniya têkoşînê ya di nav têkilî û îtifaka demokratîk de em hemû xebatên arasteyî yekîtiya neteweyî ya Kurd silav dikin. Em wek jinên Kurd bawer dikin ku dê xebatên yekîtiya neteweyî ku em dimeşînin vê pêvajoyê lezgîntir bike.

Civîn a me ya ku tecrîtê wek sûcê li dijî mirovahiyê digre dest destnîşan dike ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan de ku 21 sal e di bin mercên tecrîta teqez de tê girtin di serî de li ser me jinan li hemû Kurdan û mirovahiyê tecrît tê sepandin, tecrîta teqez di serî de pirsgirêka Kurd pirsgirêkên civakî kûrtir kiriye, aniye xaleke ku ji nav nayê derketin.Halbihal paradîgmaya neteweya demokratîk a ku birêz Ocalanî bi pêş xistiye di serî de çareserkirina pirsgirêka Kurd di çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî de rol lîstiye û rê û rêbaza demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn daniye holê. Desthilatiya AKP-MHP’ê li ser hêzên demokrasiyê tecrîtê wek şêwazeke rêvebirin û polîtîkayê dimeşîne. Tecrît li hember civakê şer e, qirkirin e û nîjadkujî ye. Berxwedana rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê ya mezin ku bi mebesta şikandina tecrîtê û hilweşîna faşîzmê li zindanan bi pêşengtiya birêz Leyla Guvenê hat destpêkirin, li derve bi têkoşîna dayikên çarik spî mezin bûye û vebeyna xwe dahiye civakê. Van hevdîtinên ku birêz Ocalanî di encama berxwedana rojiya mirinê û grevên birçîbûn de bi malbat û parêzerên xwe re pêk aniye ji civaka ku bê nefes mahiye re bêhnek dahiye girtin. Piştî hilbijartinê redkirina daxwazên ji nû ve hevdîtinên malbat û parêzeran a ji hêla faşîzma AKP-MHP’ê ve bi bilindkirina êrîşên arasteyî civakê re li heman heyamê rast hatiye. Sekna li dijî sûcê mirovahiyê ku bi tecrîtê re hatiye pêkanîn berpirsiyarî û peywireke mirovî, wijdanî û exlaqî ye. Civîn a me ya ku têkoşîna li hember tecrîtê wek parçeyek hevgirtî ya têkoşîna azadiya jinê dibîne, hilweşandina tecrîtê wek hedefa bingehîn girtiye û ji bo dabînkirina  mercên xebatê û jiyana azad a birêz Ocalanî  pêşengiya têkoşîna bênavber wekî peywira bingehîn dahiye ber xwe.

Dema Akp-Mhp’ê zindan bi sepanên ku faşîzma 12’yê Îlonê derbas dikin veguherîne navendên mirinê. Her kesê/a ku li hember wî sekiniye di bin pêkutiyê de dahiye girtin,  di girtîgehan de dahiye pêgirtin û bi wê awayê welat veguherandiye girtîgehê. Li girtîgehan girtiyên nexweş ji mirinê re hatine terkandin.

Polîtîkayên qirkirina çandê ku li hember ziman, çand û baweriyan ji avakirina komarê pê ve hatine bipêşxistin tên domandin. Bi taybetî jî arasteyî çand û zimanê Kurdan polîtîkayeke bêeman a bişaftinê tê sepandin. Her ku jin ji zimanê xwe, ji çanda xwe bi dûr dikeve jiyan mêrtir dibe û bişaftin kûrtir dibe. Hevdîtina me ya jinê têkoşîna li hember polîtîkayên qirkirina çandî ya arasteyî çanda me, zimanê me û jinê wek hinceta xweparastinê dibîne.Ji ber vê yekê divê her jinek di hemû qadên jiyanê de pêşvebirin û hilberîna bi zimanê dayîkê esas bigre û di şikandina bişaftinê de pêşengtiyê bigre ser xwe. Em komxebata Ziman û Çandê ku Platforma Ziman a Mezopotamyayê li hember bişaftin û otobişaftinê pêk anî silav dikin û wek tevgera jinê bi ruhê seferberiyê beşdariya xwe ya li biryarên ku hatine girtin didin ragihandin.

Hevserokatî xeta me ya mor e. Desthilatiya AKP-MHP’ê hema piştî hilbijartinan dahiye zanîn ku pergala hevserokatiyê nas nake, dê destûrê nede ku were sepandin û bi derbeya qeyûmiyî li şaredariyan li hember pergala hevserokatiyê şer dahiye destpêkirin. Bi van êrîşên arasteyî pergala hevserokatiyê ku ji destkeftiyên mezin a têkoşîna azadiya jinê ye lawazkirina têkoşîna azadiya jinê, teslîmgirtina îradeya jinê hedef digre. Pergala me ya hevserokatiyê û destkeftiyên me puxteya demokratîkbûniya bi pêşengtiya jinê pêk tîne. Li hember van êrîşan bi biryardariya mezinkirina têkoşîna xwe, parastina destkeftiyên xwe û bilindkirina berxwedana xwe em dê rêya xwe bidomînin.

Faşîzma AKP-MHP’ê arasteyî hemû nirxên civakî di nav êrîşeke bêperwade ye. Zihniyeta faşîst ku ji ewladên gel ên ku ji bo civakeke exlaqî û polîtîk jiyana xwe dahine navê kêlikek jî zêde dîtiye, gor xera kirine, cenaze der xistine û bi wê awayê cara duyemîn êşê bi malbatan dahine jiyandin. Tu ravekirinek wijdanî û exlaqî ya van êrîşên kirêt ên li hember gorên ku di dirêjahiya dîrokê de pîroziyên civakan bûne nayê kirin. Ev êrîş di civakan de ji veqetînên hestî re bingehê çê dike. Ev sepanên faşîzmê bi armanca bêvebîrhiştina civakê, bîyanîkirin û bêkokkirina gel a ji nirx û dîroka wê re pêk tên.

Desthilatiya AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên şerê taybet ku di heyama xwe de kûr kiriye û fireh kiriye bi zêdebûnî didomîne. Êrîşên faşîst tenê bi qirkirin, girtin, tecrît, îşkence û şerî namîne. Di heman demê de arasteyî jin, ciwan û zarokan bi tacîz, tecawiz, fihûş û hişbiran jî êrîş tên bipêşxistin. Çawa ku duh keçên wendayî yên Dêrsimê îro Gulistan Dokû û tecawizên zarokan ku li Dêrsimê hatin jiyandin êrîşên kedxwariyê ne tenê îro pêşeroja me jî hedef digre. Van polîtîkayên şerê taybet avaniyên saziyî yên çetebûyî ku bi tacîz û tecawiza arasteyî jinê, zorlêkirina ji fihûşê re û bi mirin û xwekuştinê re rû bi rû dide hiştin pêk anîne. Ensest û tacîz û tecawizên arasteyî zarokan ku berbelav bûne jî encama polîtîkayên dewletê ne ku ji ber dijberiya civakê afirandine. Ev êrîş pir vekirî didin nîşandan ku nîjadkujeriya çandî ku li civakê tê ferzkirin di asta zihniyet û exlaqê de jî tê domandin.

Zewaca temen biçûkî û zewaca bi tecawizkarî  ji hêla Akp’ê ve tên zagonkirinê, bi hiqûqê tên pakkirin û bi wê çanda tecawizê tê asayîkirin. Dijmintiya zihniyeta Akp’ê ya ji jinê re û polîtîkayên wan ên zayendparêz tundiya mêrî aniye xaleke pêştir. Li malê, li kuçeyan tundiya arasteyî jinê li her qada jiyanê bûye wek parçeyek xwezayî ya jiyanê. Her roj qetilkirina bi dehan jinan bi polîtîkayên qirkirina jinê re eleqedar e. Ev polîtîka çandeke civakî ya dijminê jinê û tundiyeke mêrî ya ku nayê zeftkirin bi pêş dixîne û rewa dike. Her yek ji êrîşên arasteyî jinê ku xweziyê bi nêçîra cazûyê tînin ji bo me jinan yek ji sedema têkoşînê ye

Zagona bi hejmara 6284’an Peymana Stenbolê ku guhertinên di zagona ceza û medenî de jî bi xwe re tîne, destkeftiyên di encama têkoşîneke hevpar de ku me bi tevgera jinên Tirkiyê re bipêş xist di bin êrîşa zihniyeta desthilatdariya mêr de ye. Parastina destkeftiyên ku di hêla xespkirina mafê nefeqeyê hatine bidestxistin, dabînkirina têkoşîn û birêxistinkirinê têkoşîneke ji her heyamê kolektîftir li me ferz dike.

Dewlemendiya mezin a axa ku em li ser dijîn bi budçeya şer ji bo kedxwarî û xizanbûna me tê zemînkirin. Bêkarî, xizanî û birçîbûnî her roj bêhtir zêde dibe. Em li Kurdistanê bi polîtîkayeke xizankirinê re ku bi taybetî tê meşandin re rû bi rû ne. Bi vê awayê pêgirtiniya civakê tê armanckirin. Xizaniya ku hatiye jiyandin xwekuştinên komî bi xwe re aniye. Xwekuştin bi xizaniyê re rizînê tîne ziman. Em jin dê fatûreya şerê ku tê jiyandin nedin. Em careke din diyar dikin ku em dê li hember polîtîkayên şer ên desthilatiya AKP-MHP’ê ya rizyayî û bêhdayî pêşengên berxwedanê bin.

Akp bi pergala notirvaniyê hêza paramîlîter a girêdayê xwe pêk tîne. Rayeya pirsîna nasname û bikaranîna çekan ji bo notirvanan dide sazkirin. Ji bo dabînkirina bekaya xwe dixwaze bi rêya venêhirtina civakê û bi girtina wê ya bin pêkutiyê teşeyê bide civakê. Li hember hemû sepan û sazkirinên faşîzan dê têkoşîna me ya jinê bidome.

Bi HES’an, santralên termîk û di bin navê veguherîna bajariyê de bi polîtîkayên şer û rûxîneriyê ku bi rant û talanê tê bipêşxistin di serî de Sûr û Heskêf qadên me yên ku mîrasên çanda cîhanê ne û dîrok, xweza û jiyana me têne tunekirin. Dê li hember rûxîneriya ekolojîk têkoşîna me ya xweza û jiyanê bidome.

Jineolojî kirdeya têkoşînê ya şoreşa jinê ye. Civîn a me li hember êrîşên bîrdozî yên giran ên arasteyî dîrok, kêlî û pêşeroja jinê û civakê dê Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê li ser bingeha zanista civaknasî xurt bike û di pêşengtiya jineolojiyê de têkoşîna xwe ya bîrdoziyê bi berfirehî pêş ve bibe.

Ji bo cîhaneke bêtund, azad û jiyanbar têkoşîn didome. Di serî de li Rojhilata Navîn bi navendiya Kurdistanê li gelek deverên cîhanê jin di nav berxwedan û têkoşînê de ne. Têkoşîna jinê ya birêxistinbûyî, çalakbûniya wê ya polîtîk dê di hilweşîna desthilatiya zihniyeta mêrê serdest a akp-mhp ya faşîst de roleke sereke bilîze.Rêya xwedîbûna jiyana birûmet û biwate ya hember êrîşan ji xala têkoşîn, hişmendî û birêxistinbûnê, bi berxwedaniyek wêrekî derbas dibe. Bi hişmendiya heqîqeta ku berdêlên mezin dê destkeftiyên mezin derxînin holê  bi xistina nevenda jiyanê ya têkoşînê û bi xemla ruhê berxwedanê ya jinê, bi wêrekî û fedakariya ku em dê sedsala 21. bikin sedsala azadiya jinê, yên ku bi ser bikevin dê em bin.

Biryarên ku di civîna me de hatin girtin:

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ: Ji bo Kurdistanê û demokratîkbûna gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê û ji bo aştiyê û jiyaneke azad, divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e  ku îradeya bi mîlyonan kesan e yekser bê rakirin. Azadiya Birêz Ocalan, temînata aştî û  demokratîk buyina gelane a ku ev sedan salene bı hevredıjin . Bi vê ferasetê TJA pêşengiya têkoşîne ji bo ewlehî, nojdarî û azadiya Ocalan dike. Ji bo tecrîda civakî ku di serî de li projeya jinan a jiyana azad û li hemû gelê Rojhilata Navîn tê ferzkirin ji holê bê rakirin  jinan, ciwanan û hemû gelan li ser bingeheke hevpar a têkoşînê digihêne hev û wan çalak dike. 

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ POLÎTÎKAYA TUNDIYÊ YA FERASETA ZILAM-DEWLETÊ : Polîtîkaya tundî û tunehesibandinê ya ku ev 5 hezar sal in bi awayekî rêxistinkirî li hember hebûna jinan tê meşandin, bı kriza modernîteya kapîtalîst kur buye. Li dijî polîtîkaya qirkirina lı ser jinan TJA; di serî de ji bo zîhniyetê biguherîne û veguherîne û li dijî her cure tundiya zilam-dewletê,  zewicandina bi emrê biçûk,  meşrûkirin û berbelavkırıne li dijî polîtîkaya taybet a ji bo xistina jinan têdikoşe û polîtîkayan pêş dixe, u Jı bo ku jınen tundiye dıbının serlebıdın u jı bo parastına jınan bı tevgeran jınanre hevpar tevdigere ku malen jınan en azadiye vebıke.

Ji bo deskeftiyên zagonî bên birêvebirin tê dikoşe jı ber ku ev zagon ji bo re lı tundiya li jinan bê girtin gavek in. Ji bo ku Zagona 6284 an, Peymana Istanbulê û mafê me yê nefeqeyê bên fahmkirin, ji bo haydariya maf û deskeftiyên me bên xurtkirin û bên parastin forûm, gotûbêj, xebatên atolyeyan, çalakî dar dixe. Pêla êrîşên li ser deskeftiyên jinan teşhîr dike.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ SIYASETA QEYÛM, DAGIRKIRIN Û MÊTINGERIYÊ: Li hember zîhniyeta mêtinger a ku ev 100 sal in li Kurdistanê tê meşandin TJA bêsekın têkoşînê dike. Li dijî tayînkirina qeyûman ku deskeftiyên jinan hedef digirin û dewama polîtîkayên mêtingeriyê ne û li dijî dagirkirinê TJA bi têkoşîna jinan a li ser bingeha nirxên civakê avabûyî dibe bersiv. TJA derbeya qeyûman û êrîşa dagirkirinê ya li ser Şoreşa Jinan a Rojavayê di heman ferasetê de dinirxîne û li dijî qeyûm, polîtîkayên dagirkirinê û her awaye siyaseta mêtingeriyê ya li ser  jinên Kurd li ber xwe dide.

Têkoşîna li dijî zîhniyeta qeyûman parçeyek ji têkoşîna azadiya meye u têkoşîna li dijî desthilattariya mêran e a ku di her qadê de hewl dide ku êrîş li keda me, li bedena me, li nasnameya me bike. TJA li dijî zîhniyeta qeyûman a ku êrîş li pergala me ya hevseroktiyê dike, îradeya jinan xesp dike, saziyên jinan digire û pêşiya tundiya zilam-dewletê vedike tekoşine kur dike. Rêveberiyên herêmî ji avahiyan pêk nayên. Bi ve ferasete, îrade û keda gel re weke regeza heri sereke dı bine u xwedî li polîtîkayên rêveberiyên herêmî dike, nirxen civaki diparêze û deskeftiyan mezin dike.  

AZADIYA GIRTIYÊN JIN: Bloga faşîst a AKP-MHP bı  polîtîkayên xwe yên tecrîdê, ji bo hemû kesên ku wek wan nafikirin welat kiriye girtîgeheke vekirî. Ev blog kesên ku li hember vê zîhniyetê têdikoşin bi polîtîkayên çewsandinê rehîn digire, li girtîgehan binpêkirinên mafan dike û polîtîkayên xwe yên işkenceyê didomîne. Wek encama vê yekê, jinên ku ji bo ku parastına xwe ya rewa pek aniye u jı bo azadiya jinan tekojin meşandıne dil hatıne gırtın, disa parlamenterên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin, hevşaredar, endamên meclîsan û bi hezaran siyasetmedarên jin rehîn digire û wan tecrîd dike.

Em wek jin û gel ji despeka diroke heya iro li dijî van polîtîkayan têkoşin meşand û me tu car iradeya xwe radwsti dwsthılattara nekır. Bi vê mîrateya berxwedanê, heta ku hemû girtiyên siyasî yên ku di girtîgehan de hatine rehîngirtin serbest bên berdan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dı serida divê şert û mercên girtîgehan bên başkirin, divê girtiyên nexweş û zarok yekser bên berdan, her awayî xesp û binpêkirinên mafan bidawî bibe. TJA li ser va yekan bi saziyên têkildar re,  piştevaniyê u têkoşîneke hevpar birêxistin dike.

DERHEQÊ TORA PIŞTEVANIYA JINAN A ENTERNASYONAL Û TEVGERA JINÊN TIRKIYEYÊ DE: Modernîteya kapîtalîst ji bo ku krîza tê de derbas bike, êrîşdibe ser deskeftiyên jinan. Li dijî modernîteya kapîtalîst ruhê berxwedêrên jin ên modernîteya demokratîk ji bo ku lı xwedî  heqîqeta xwe derbıkevın têkoşîna xwe li çar aliyê cîhanê belav dikin. Ji Şilîyê heta Îranê, ji Rojavayê heta Afrîkayê, ji Fransayê heta Hindîstanê,jı turkıye heta çine ev ruh şoreşa jinan mezin dike. Li Rojhilata Navîn, têkoşîna jinan a li dijî modernîteya kapîtalîst nirxên komunal mezin dıke dı meda baweri hêvî, coş û moral çêdike. Li ser vê yekê em wek jinên TJAyê lı xwedî van nirxên jinan derdıkevin û wan mezin dikin û jı bo ku li qada hevpar  têkoşînê bigihînin hev peşengi dıkın. Ji bo vê yekê jî bo ku tora jınan a enternasyonel be avakırın berbırsyariye dıgre..em ê her roj wek roja 8ê Adarê  xwe birêxistin bikin û bı çarçoveye eme tora jinan a enternasyonel ava bikin. Digel vê, wek delegeyeke Meşa Jinan a Cîhanê TJA, biryarên çalakiyên hevdem erê dike, beşdarbûna xwe li xebatên pevçûn û çareseriyê (1325) û li AWID û Konferansa Jinan a Cîhanê didomîne. Disa tja bı bı hemu jınen türkiye en weke sosyalist feminist re tevdıgere u lı hember tundiya lı ser jınan tekoşina hevpar dı meşine u lı hember hışmendiya zılam xeta berxwedane xurt dıke dı ve çarçoveye da  panel seminer o kom civina lı dar dıxe. 

YEKÎTIYA NETEWÎ :TJA li dijî perçekirina ku ev sed salın li ser gelê Kurdistanê tê ferzkirin tekoşina hevpar dımeşine jı ber ku ev perçebûn encama politikaye hêzên hegemonîk e tja lı serida lı hember erişen li ser nirxen gele kurd derdıkeve û serida li Bakurê Kurdistanê û li çar aliyen Kurdistanê ji bo avakirina yekîtiya netewî û li dijî polîtîkayên xespê û mêtingeriyê bi perspektîfa yekîtiya jinên Kurd tevdigere. Em wek jinên Kurd ên cur​​bicur li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser erdnîgariya Kurdistanê, hêza yekîtî û azadiya Kurdan weke heza bıryarbuyina xwe dıbının û di vê çarçoweyê de seride konfernsa jınen kurd u hemû biryarên platforma Yekîtiya Jinên Kurd  a netewi xwedi derdıkevın.

XEBATÊN ZIMANÊ DAYIKÊ: TJA ji bo pêşvebirina ziman û parastina li hember hemû êrîşên bişaftinan û ji bo zimanê me bike zimanê jiyanê têdikoşe. Di vê çarçoweyê de bi beşdariya nivîskar, helbestvan, hunermend û wêjevanên ji​​n çalakiyên Kurdî saz dike, di hemû çalakî û xebatan de, di tora civakî û daxuyaniyan de zimanê dayikê dişixulîne, u malan wek dibistanan saz dike. Ev, li hember bişaftinê,xweparastina civakî ye. TJA li ser zimanê dayikê gotûbêj, panel û çalakiyan li dar dixe. Ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê têdikoşe.

Herwiha hemû biryarên "Komxebata Tora Çand û Zimanê Kurdî” dipejirîne, xwe wek kirdeya vê xebatê dibîne û ji bo pratîkkirina vê xebatê têdikoşe.

DI ÇARÇOWEYA PARADÎGMAYA ME DE TÊKOŞÎNA EKOLOJIYÊ: Paradîgmaya me ya ku mizgîniya sedsala 21. û hezar salên pêşiya me ye, paradîgmayeke demokratîk, ekolojîk û ji bo jinan azadîxwaz e û têkoşîna ekolojiyê ji têkoşînekê zêdetir puxteya jiyanê ya paradîgmaya me ye. TJA zordariya li ser xwezayê wek zordariya li ser jinan û civakê dibîne û li dijî polîtîkayên mêtinger û qirkirin ekolojiyê yên modernîteya kapîtalîst têdikoşe. Bi vê ve girêdayî civîna TJA ya 3. de me biryar dide ku komîsyona ekolojiyê ya jinan ava bibe.

TEKOŞÎNA LI DIJÎ JENOSÎDA ÇANDÎ: Tunekirina çandan îro wek perçeyeke polîtîkayên taybet ên şer berdewam dike. Polîtîkayên bişaftinê, xwebûna çandan dikuje û wan dike qurbanên polîtîkayên tekparêz ên pergalê. Li gor vê yekê li gor TJA her cudahiyek dewlemendiyek e û biryarên ku xebatên çandî stendine bi hevparî bi rê ve dibe. Ji bo jiyandin û dewlemendkirina çandan bi taybetî panel, festîval, hevdîtinên li derve, çalakiyên medyaya civakî, şano, festîvalên fîlman li dar dixe. Berdewamiya çanda Kurdî, li hemberî polîtikayên kuştina çand ya dewletê wek xweparastinekê dibîne û hemû çalakiyên derbarê çandê de bi alîkariya saziyên me li dar dixe.

PLATFORMA JINÊN REHÎNGIRTÎ : wekî gotina jinên Ezîdî berî roj hile jin hîşyar dibin. Di civîna tja ya 3. de me li ser dagirkirina DAIŞê, Boka Haram û hwd. sîfêtên wê yên zayendperest baldariya herêmî û navnetewî çêdike, birêxistinbûna jinan xurt dik​​e û ji bo vê yekê jî xwedî li biryarên platforma Jinên Rehîngirtî derdikeve. Li dijî zîhniyeta zilam-dewletê ku kujerê jinan e bi hemû tevgerên jinan re hevpar têdikoşe.

POLÎTÎKAYA ME YA PENABERÎ: Şer dagirkirin û koçberî ye, tê wateya tundiya pir zêde. Erdzemîn ciyê dagirkirinê nîne, ji bo me hemûyan ciyê hewîn, xweyîbûn û parastinê ye. Em têkoşîna azadiyê û dijşeriyê bidin em dikarin şeran bi dawî bikin, bi têkoşîna aştiyê ya li ser hişmendiya jinan em di​​karin penaberiyê xelas bikin. penaberî hêleke tundiya mêran e û tekane çareserî pêşxistina polîtîkayên aştiyane ne. Hem ji bo birêxistinkirina pêvajoya aştiyê û , hem jî, jı bo pêdiviyên jinên penaber bînin cih û piştevaniyê xurt bikin em ê polîtîkayan pêş bixin.

POLÎTÎKAYÊN TAYBET YÊN ŞER KU DI SER ZAROKAN RE TÊN MEŞANDIN; TACÎZ, TECAWUZ, KEDXWARÎ: Zarokên ku di ser wan re polîtîkayên taybet ên şer tên meşandin îro bi gelek talukeyan re rûbirû ne. Zarok wek kesên bêparastin tên dîtin û dibin hedefên polîtîkayên qirêj. Polîtîkayên tacîz, tecawuz, kedxwarî, zewicandina bi emrê biçûk hîna jî didomin. Desthilatê heyî ji bo faîlên tecawuzê ef derdixe, hewl dide zagonan çêke ji bo keçên ku hatine tecawuzkirin bi tecawuzkerên xwe re bizewicin, saziyên dewletê bi gotin û bertekên xwe keçan dikin hedef. Em wek TJA li dijî hemû polîtîkayên taybet ên şer ên li ser zarokan em ê têbikoşin, ji bo xwedî li pêşerojeke azad bin eme têkoşînê xurttir bikin."