'Hêz, ruh û gotina me yek e; ew jî têkoşîn e'

Aktîvîstên TJA'yê Ayşe Gokkan, Zeynep Uren û Fîgen Ektî bal kişandin serin êrişên dewletê yên li dijî destketiyên jinan û gotin, li dijî êrişan wê têkoşînê xurt bikin û hesab ji kujeran û sûcdaran bipirsin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê bi tevlêbûna 700 delegeyan, bi dirûşma  ‘Em jin in ji bo azadiya xwe em hene. Em ji bo guhertinê li ser pêya ne’ duh dest bi sêyemîn konferansa xwe kir. Konferans wê îro jî bidome. Di konferansê de endamên rêxistinên jinan ên ji Ingilistanê, rêxistinên jinan ên Herêma Federal a Kurdistanê, saziyên femînîst, hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîka (DBP) Salîha Aydenîz, hevberdevka Kongreya Demokratîka a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu, nûnerên saziyên sivîl, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Dayika Fatma Uyar a ku li Silopiyayê hatibû qetilkirin, Hatîce Uyar û gelek jin tevlî konferansê bûn. 

‘2019 JI BO JINAN SALA BERXWEDANÊ BÛ’

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Zeynep Uren û Figen Ektî ji ajansa me re axivin. Ayşe Gokkan da zanîn ku sala 2019’an ji bo jinan saleke berxwedanê bû û wiha axivî: “Di sedsala 21’an de berxwedana jinan li dijî hişmendiya mêr û hişmendiya serdest ya dewletê de hate xuyakirin. Jin tu carê serî natewînin, dema ku jin serî natewînin jî êrîş li ser jinan zêde dibin.  Di sala 2019’an de li seranserî Cîhanê berxwedan û têkoşîna jinan li ber çavan bû. Çavê hemû dinyayê li şoreşa jina Kurd ya li Rojava bû û seranserî Cîhanê jin li vê şoreşê jî xwedî derketin. Em jin têkoşîna azadiyê didin û em ti carê ji dest ji lêgerîna zadiyê bernadin. Jin azad nebe, civak azad nabe. Divê hemû jinên Cîhanê yekitiya xwe ava bikin û gotina xwe bibikin yek. 

Di konferansa me de coş û rengê neteweyî yê jinê jî heye. Mijarên me yên sereke jî evin; ‘Azadiya Jinan, Yekitiya Neteweyî ya Kurd, Statuya Kurdan û Yekitiya Jinên Cihanê. Heta em xwe rêxistin nekin em nikarin bi jinên Cîhanê re jî rêxistin bibin. Heta em xwe rêxistin nekin em nikarin bi navneteweyî û dîplomatîk jî hevdû fêm bikin. Mijarên me yên bi Cîhanê re yekin û em wana carek din binê wan xiz bikin. Ji xwe bîrîna me bi xwe heye ew jî tecrîda giran ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Tecrîda li dijî Birêz Ocalan li ser tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Fikr û ramanên Birêz Ocalan alternaftîfa dewleta netewe û faşist e. Birdoziya pergala kaptalîst îxanet e. Ji neolotîkê heta îro me jinan ti carê bi şoreşa xwe re îxanet nekiriye. Em ê van mijaran tevan bi jinên Tirkiyeyê û Kurditanî re nîqaş bikin.”

‘DEWLET PERGALA KOMKUJIYÊ YE’

Di berdewama axaftina xwe de Gokkan anî ziman ku divê serdemê de dewlet pergalekî komkujiyê ye e û ev tişt got: “Dewlet xurtbûna jinê ji bo pergala xwe ya qirêj xetere dibîne. Çima xwe dibin xeteriyê de dibîne? Jina bê dewlet, modela hevserokatiyê, serxwebûna jinan, zanîst û bi Tevgera Jinên Cîhanê re gotina xwe kir yek. Dewlet vê yekê ji bo xwe xetere dibîne û êrîş dike. Binêrîn çima îro hemû hevserok û siyasetmedarên jin di girtîgehê de ne. Dewlet bi girtin, kuştin û komkujiyan dixwaze jin paşde gavan biavêje. Lê bi ti awayî jin serî natewînin û dê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.”
 
DENGÊ HEMÛ JINAN

Aktîvîs Zeynep Uren jî destnîşan kir ku li seranserê Rojhilata Navîn jinan li ber xwe dan û got: “Ji bo pêngavek hîn xurttir pêdivî bi nûbûnê heye. Li seranserî Cîhanê em weke Tevgera Jinan em dixwazin pêşengtiya tevahiya jinan bikin. Ji bo vê yekê jî divê em rê û rêbazên têkoşînê zelal bikin. Ji bo pêngava nû nîqaşên berfireh em didin meşandin. Jin xwedî li ax, dîrok û rêberê xwe derdikeve. TJA ji bo birêxistinbûna jinên Bakurê Kurdistanê hat avakirin lê belê niha li Cîhanê bûye dengê hemû jinan. Li seranserî Cîhanê û bi taybetî jî li Tirkiyeyê êrîşek berfireh li dijî jinê û destkeftiyên jinê tê meşandin. Li dijî van êrîşan berxwedan û yekityek hevbeş ya jinên Cîhanê heye. Li Amedê îro zêdehî 700 delege jin hene û li gel hev kombûne. Ji welat û ji derveyî welat delege hene. Ev kêfxweşiyek herî mezin ya têkoşîna jina Kurd e. Ez hêvî dikim ku konferansa me bibe wesîleya yekitiya neteweyî ya Kurd jî. Çawan Mamoste Cegerxwîn dibêje; ‘Eger hûn ne bibin yek, hûnê herin yek bi yek’ Ev ji bo Kurdan û ji bo tevahiya jinên Cîhanê jî derbas dibe. Tenê rêyek serkeftinê heye ew jî yekitî û rêxistin kirine. Rêya azadiya jinê bi rêxistinkirin û xwebûnê re derbas dibe.”

‘AXA PÎROZ BI TEŞIYA JINÊ HATIYE AVAKIRIN’

Aktivîst Figen Ektî anî ziman ku li dora hilala zêrîn jiyan bi teşiya jinê hatiye avakirin û go: “Em li Erdnîgariyek gelek dewlemend li ser dara hilala zêrîn li ser axa Kurdistanê dijîn. Ev axa pîroz bi teşiya jinê hatiye avakirin. Ji bo vê yekê jî têkoşîna jinan li Kurdistanê gelek cuda destpêkir. Hem cihê xwe cudaye hem jî li dîrokê de qonaxa hatiye jî cudaye. Pêşengên têkoşîna 40 salan jî yek jê jinin. Têkoşîna jinê di dema neolotîkê jî hebû. Ji ber ku jinên Kurd li ser erdnîgariyek dewlemend dijî têkoşîna wê jî cudaye. Kurdistan ji aliyên serdestan ve hatiye parçekirin. Her parçeyek ji di nava xwe de bûye gelek parçe. Di nava vê parçebûnê de jî tê xwestin ku jinê ji têkoşînê dor bikin. Di her alî de jî êrîş li ser jinê tê kirin. Berê bi komên biçûk yên jinan têkoşîn dihat birêve birin lê niha têkoşîna jinan xwe gihandiye bi milyonan jinan. Li her qadên jiyanê û siyasetê de jin cihê xwe digirin. Mirasê berxwedanê yê dihat bê windakirin jina Kurd ji bin kevirên dîrokê derxist û têkoşîn bilind kirin.”

‘EM Ê TÊKOŞINÊ XURT BIKIN’

Di dawiya axaftina xwe de Ektî bilêv kir ku ti caran êrîşên hişmendiya serdest a mêr nas nakin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Jinan ne di paşeroj û ne jî di pêşeroja xwe de tu caran xayîntî li têkoşîna xwe nekir. Em serî natewînin û em dev jî têkoşînê bernadin. Em tu carî serî li hemberî serdestan natewînin. Li hemberî destkeftiyên me êrîşek heye lê belê em ê heta dawiyê ji destkeftiyên xwe biparêzin. Îro sedema hatina me ya li vir jî xurtkirina têkoşînê û xwedî derketina li deskeftiyan e. Li Tirkiyeyê rojek bê kuştin û qetilkirina jinan derbas nabe. Dîsan b taybet desthilatdariyê li Kurdistanê polîtîkayên taybet li dijî jinan xistiye meryetê. Despêkê jî delwetê Dersim ji bo xwe weke herêma pîlot nîşan daye. Bi rojane Gulîstan winda. Dîsan jina ji hêla leşkeran ve destdirêjî lê hat kirin. Li dijî hemû êrîşên civak û dewletê em ê têkoşîna xwe xurt bikin û hesap ji kujer û suçdaran bipirsin.”