Nûrcan Bakir li Kolnê hate bibîranîn

Nûrcan Bakir (Zelal) ku li Girîtegeha Bûrhaniye ya Balikesîrê di encama çalakiyekê de şehîd bû, li bajarê Elmanya Kolnê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate bibîranîn.

Nûrcan Bakir ku li Girtîgeha Bûrhaniye ya Balikesîrê di encama çalakiya li dar xistî de şehîd bûbû, hate bibîranîn.

Merasîm li NCDK-Koln hate lidarxistin û bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Bakir dike hate nîşandan û keçxala wê Zahîde Yetîşen axivî.

Yetîşen wiha got; “Nûrcan bi tevlîbûna xwe em hemû bandor bûn. Piştî wê 8 ferdên malbatê beşdarî nava refên gerîla bûn. Ez jî di navbera 1994-2003 di girtîgehê de mam. Di girtîgeha Sêwasê de salekê bûm hevala Nûrcan ê. Bakir her dem şoreşgereke mînak bû. Bi birîndarî hate girtin û êşkence dît. Lê di lêpirsînê de qet ne axivî”

Nûrcan Bakir herî dawî beşdarî rojiya mirinê jî bûbû.