DYE'yê pêkanîn danî ser çar dadgerên DCN, Netanyahu kêfxweş bû
Washingtonê bi îdîaya 'ne rewa' û 'siyasîbûyî' pêkanîn danî ser çar dadgerên Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN). DCN'ê biryar şermezar kir, Netanyahu jî pîroz kir.
Washingtonê bi îdîaya 'ne rewa' û 'siyasîbûyî' pêkanîn danî ser çar dadgerên Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN). DCN'ê biryar şermezar kir, Netanyahu jî pîroz kir.
Di daxuyaniya Wezerta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de hate gotin, "Ev biryar nîşan dide ku DCN siyasî bûye, erka xwe îstîsmar dike û bi vî rengî bûye gefeke cidî."
Wezaretê got, "Ev her çar kes bi rengekî çalak tevlî çalakiyên DCN'ê yên li hemberî DYE û hevalbendê me yê nêz Îsraîlê bûne."
Dadgerên bûne hedef Solomy Balungi Bossa û Luz del Carmen Ibanez Carranza ne ku li DCN'ê têkildarî sûcên şer ên tê îdîakirin ku leşkerên Emerîkî li Efganistanê kirine, lêpirsîn dane destpêkirin.
Her wiha dadger Reine Alapini Gansou û Beti Hohler e ku destûr dabû ku DCN fermana girtina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê berê Yoav Gallant ragihîne.
Dadgeran diyar kiribûn ku 'hincetên maqûl' hene ku nîşan didin, herdu rayedarên Îsraîlî di şerê li Xezeyê de sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê kirine.
Meha Sibatê, DYE'yê pêkanîn li ser dozgerê DCN'ê Karim Khan jî ferz kiribû ku li hemberî rêveberiya Îsraîlê ev doz dabû destpêkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu roja Înê serê sibehê Donald Trump û rêveberiya wî ji ber biryara pêkanînê pîroz kir.
DCN'ê jî daxuyaniyek weşand û got, "DCN piştgiriyeke tam dide personelên xwe û wê karên xwe bi wêrekî dewam bike."