CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Mîlyarder Mûsk ê ku têkiliya wî bi Trump re xirab bû, partiya xwe ava kir
Hevalbendê berê yê Serokê DYE’yê Donald Trump mîlyarder Elon Mûsk, ragihand ku wî partiya xwe ya siyasî ava kiriye. -
Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê: Eger Îsraîl car din êrîş bike, DYE jî nikare wî rizgar bike
Serokê Fermandariya Giştî ya Îranê Ebdulrehîm Mûsewî got, “Eger Îsraîl careke din êrîşî Îranê bike, Emerîka jî nikare Netanyahu rizgar bike.” -
NY: Li Xezeyê di dema belavkirina alîkariyê de herî kêm 600 kes hatin kuştin
Neteweyên Yêkbûyî (NY) ragihand ku li Xezeyê ji meha Gulanê û vir ve dema balavkirina alîkariyan de 613 kes hatine kuştin û ji van 509 kes nêzî cihên belavkirina alîkariyan ên GHF’ê ya ku DYE û Îsraîl alîkariya wê dikin, hatine kuştin. -
Li Hindistanê lehî: Di nava du hefteyan de herî kêm 69 kes mirin
Li bakurê Hindistanê ji ber lehî û hezazê di nava du hefteyên dawî de herî kêm 69 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Rûsyayê hikûmeta Talîbanê nas kir, Çînê jî biryar silav kir
Rûsyayê Mirnişîna Îslamî ya ji aliyê Talîbanê ve hate damezrandin silav kir, ku di sala 2021’an de li Efxanistanê dubare vegeriya ser desthilatdariyê. Çînê jî ev biryara Rûsyayê bi kêfxweşî pêşwazî kir. -
Di êrîşa Îsraîl a li ser Xezeyê de 15 kes hatin kuştin
Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê, ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên roja Înê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Êdî li Îranê her kes gumanbar e: Zext li gel tê kirin
Bî êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê re zextên dewletê yên li ser gel gihişt asteke nû. Rejîma heyî ya li ser piyan mayî, bi îdîaya sîxurtiyê bi rengekî sîstematîk dest bi xeleka binçavkirin û girtinê kir. -
Pakistan: Li ser sînorê Efganistanê 30 endamên Talîbanê hatin kuştin
Artêşa Pakistanê îdîa kir ku li ser sînorê Efganistanê 30 endamên Talîban a Pakistanê û komeke ser bi wê ve hatin kuştin. Li heman herêmê hefteya derbasbûyî 16 leşker di êrîşa xwekujî de hatibûn kuştin. -
Raportora NY’ê: Şîrketên kurevî ji qirkirina Xezeyê kar dikin
Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese di raporê de êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê weke qirkirinê bi nav kir û anî ziman ku gelek şîrketên navneteweyî ji aliyê aborî ve kar dikin û divê werin darizandin. -
Piraniya serweta Belçîkayê di destê komek dewlemendan de ye
Li gorî daneyên Banka Navendî ya Belçîkayê (BNB) ya sala 2024’an, ji sedî 10 dewlemedên welat, xwediyê serweta ji sedî 55 in. -
Awûstûrya welatiyek Sûriyeyî ku ceza girtî dersînor kir
Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê, ragihand ku wan welatiyekî Sûriyeyî ku ceza girtiye dersînrokirine. Ev gav tê wateya ku di salên dawî de li YE’yê cara ewile welatiyek Sûriyeyî bi zorê tê dersînorkirin. -
Li Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de 25 kes mirin
Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku roja Pêncşemê di êrîşên Îsraîlê de yên li ser xaka Fîlîstînê herî kêm 25 kes mirin. Hate ragihandin ku dibistanek ku mirovên koçberbûyî lê bûn, bû hedefa êrîşê. -
Pentagon: Bernameya nukleerî ya Îranê salek an jî du salan hate derengxistin
Pentagonê ragihand ku êrîşên DYE'yê yê bi fermana Donald Trump hatin kirin, bernameya nukleerî ya Îranê nêzî du salan dereng xistiye. -
Li Pakîstanê hejmara miriyên lehiyê gihişt 64 kesan
Li seranserê Pakîstanê di nava heftiyekê de jiber lehîya nişkê ve hejmarek avahî hilweşiyan û piraniya wan zarok, herî kêm 65 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Pûtîn plana xwe ya ji bo Ûkraynayê berfireh kir: Ûkrayna hemû ya me ye
Li gel krîzên li Rojhilata Navîn, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn ragihand ku wî armancên xwe yên ji bo şerê li Ûkraynayê berfireh kiriye. -
Weqfa Alîkariya Xezeyê ya binîqaş ya li Cenevreyê tê girtin
Weqfa Alikariya Mirovî ya Xezeyê (GFH) ku li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ye û ji ber kiryarên xwe bûye sedema derketina nîqaşan, ji aliyê Wezereta Karên Hundirîn a Federal a Swîsreyê bi awayekî fermî tê girtin. -
Îranê hevkariya xwe ya bi UAEA’yê re da rawestandin
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan piştî êrîşên Îsraîl û DYE’yê yên li ser Îranê yasaya ku hevkariya Tehranê ya bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (UAEA) re dide sekinandin, erê kir. -
Encama lêpirsînê: Aborjîn hatin qirkirin
Li gorî encamên lêpirsînekê ku li Eyaleta Victoriya ya Awûstralyayê tê meşandin, mêtingerên ji Ewropayê hatin bi rêk û pêk gelê Aborjîn qir kirin. -
Trump: Îsraîlê mercên agirbestê yên 60 rojî qebûl kir
Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku Îsraîlê şertên agirbesta 60 rojî ya li Şerîda Xezeyê qebûl kiriye û bang li Hamasê kir ku vê 'pêşniyara dawî' qebûl bike. -
Trump, bi qutkirina alîkariyan dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyon mirov!
Li gor lêkolînekê, qutkirina alîkariyên mirovî yên Emerîkayê, dibe ku bibe sedema mirina 14 mîlyonan zêdetir a mirovan. -
Ji Kolombiyayê heta Fransa ji bo Rêber Apo çalakiyên azadiyê
Di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ku 10’ê Cotmeha 2023’yan dest pê kiribû, 30’yê Hezîranê li gelek bajarên Latîn Emerîka û Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. -
Trump pêkanînên li ser Sûriyeyê rakir
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump biryarnameyek îmze kir ku pêkanînên DYE’yê yên li ser Sûriyeyê bi fermî radike. -
Trump: Ti tiştî pêşkêşî Îranê nakim, qet naxivim jî
Serokê DYE’yê Donald Trump daxuyand ku wî "ti tişt pêşkêşî Îranê nekiriye" û "qet neaxiviye". -
Şirîn Ebadî: Li Girtîgeha Evîn êşkence zêde bû
Xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê Şirîn Ebadî, diyar kir dema ku Îsraîlê Girtîgeha Evînê bombebaran kirî, hêzên Îranê bi ser girtîgehê de girtine, êşkence û tûndî li girtiyan kirine û ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê veguhestine. -
Li gorî IRNA’yê di êrîşên Îsraîlê de 935 kes mirine
Ajansa Nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku di şerê Îran û Îsraîlê yê 12 rojan de 935 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ji van 132 jin in û 38 jî zarok in.