Tifaqa Trump-Musk têk çû: Sûcdarkirin, windayên aborî yên mezin û krîza fezayê
Pêwendiya nêz a di navbera Serokê DYE’yê Donald Trump û CEO’yê Tesla û SpaceX’ê Elon Musk de roja Pêncşemê bi awayekî dramatîk bi dawî bû.
Pêwendiya nêz a di navbera Serokê DYE’yê Donald Trump û CEO’yê Tesla û SpaceX’ê Elon Musk de roja Pêncşemê bi awayekî dramatîk bi dawî bû.
Trump di hevdîtina li gel şansolyeyê Elmanyayê Friedrich Merz a li Ofîsa Oval de axivî û hêvîşikestinên xwe yên têkildarî Elon Musk anîn ziman û li hemberî rexneyên tund ên Musk ên têkildarî plana budceya hikûmetê gefa betalkirina peymanên mezin ên li gel dewletê xwar.
Trump li ser medyaya dijîtal Truth Socialê ji bo Musk îfadeya ‘’dîn bûye’’ bi kar anî û ragihand ku piştî biryarên neyînî yên têkildarî wesayitên bielektrîk mîsyona Musk a budceyê bi dawî kiriye. Trump got: ‘’Ji bo teserifa bi milyar dolaran rêya herî baş betalkirina teşwîqên dewletê û peymanên Tesla û SpaceX’ê ne.’’
Musk li hemberî vê yekê Trump bi ‘’nankoriyê’’ sûcdar kir û îdîa kir ku di hilbijartinên serokatiyê de Trump bi piştevaniya wî hatiye hilbijartin. Her wiha îdîa kir ku Trump di ‘’dosyaya Epstein’’ de cih digire û li ser medyaya dijîtal X’ê îfadeyên ‘’Wê rastî eşkere bibin’’ bi kar anîn.
BERDÊLA RAGEŞIYÊ GIRAN BÛ
Ev rageşî bûn sedem ku nirxên Teslayê bi mezintir kêmbûna rojane re rû bi rû bimînin: nirxê şîrketê yê piyaseyê di nava rojekê de 152,4 milyar dolar kêm bû.
Her wiha tê texmînkirin ku ji ber van nîqaşên mezin ên di navbera Trump û Musk de 34 milyar dolar (nêzîkî 39,7 milyar euro) malhebûna Musk kêm bûye. Ev hesab roja Înê ji aliyê ajansa nûçeyên fînansê Bloombergê ve hate kirin.
BERSIVA MUSK
Her wiha Elon Musk da zanîn ku ew ê kapsula Crew Dragon ku SpaceX û NASA’yê bi hev re bi kar dianîn, betal bike. Ev kapsul di guhastina astronotan a ji bo Stasyona Fezayê ya Navneteweyî de xwedî roleke mezin bû.
Ev hemleya Musk dibe ku veguhastina DYE’yê ya fezayê bi valahiyeke mezin re rû bi rû bihêle. Her wiha Crew Dragon a niha tekane wesayita guhastina fezayê ya Emerîkayê ye ku ji aliyê NASA’yê ve hatiye erêkirin.
Tê payîn ku NASA weke alternatîf berê xwe bide projeya Starliner a bi navê Boeing. Lê belê ew proje gelek dereng ma û di ceribandina xwe ya dawî ya firandinê de bi ser neket.
Her wiha Elon Musk piştî vê rageşiya tund li medyaya dijîtal X’ê pirsa; ‘’Ma li DYE’yê dema avakirina partiyeke siyasî ya nû nehatiye?’ kir û diyar kir dibe ku di qada siyasetê de pêngaveke nû biavêje.