CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Şewata li daristanên Amazonê ji sedî 180 zêde bû
Li gorî daneyên dawî ku ji ajansa fezayî ya INPE hatin wergirtin, li Amazonên Brezîlyayê bi qasî temamiya sala 2021'ê, îsal daristan şewitîn. -
Li Japonyayê alarma li ser bahoza super
Yek ji bahozên herî dijwar li Japonyayê rabû. Ji neh milyon mirovî hate xwestin ku ji malên xwe derkevin. -
DYE: Ji vî şerî Azerbaycan berpirsyar e
Seroka Meclîsa Nûneran a DYE'yê Nancy Pelosî di dema serdana Erîvanê de, 'êrîşên îllegal û kujer' ên Azerbaycanê yên li ser Ermenistanê şermezar kir. -
Di şerê li ser sînorê Kirgiz-Tacik de hejmara miriyan gihişt 100’î
Kirgizistan û Tacîkistanê îro bi daxuyaniyekê ragihandin ku di şer û pevçûnên li ser sînor de nêzîkî 100 kes hatine kuştin. -
Leşkera Ermen Asuh Apetyan piştî destdirêjiyê hate qetilkirin
Leşkera Ermen Asuh Apetyan ku ji aliyê leşkerên Azerbeycanê ve dîl hatibû girtin, piştî ku bi êşkenceyê hate qetilkirin bedana wê hat teşhîrkirin. -
Li Belçîkayê 55 daraz ji bo jiyana girtiyan bi ceribînin xwe hesps kirin
Li Belçîkayê 55 daraz û dozger ji bo jiyana girtiyan bi ceribînin, xwe li girtîgehek a li Brukselê heps kirin. -
Dîmenên hovîtiya ku leşkerên Azerbaycanê li leşkereka Ermen dikin
Dîmenên ku leşkerên Azerbeycanê, leşkereke jin a Ermen dîl girtine û bi awayekî hovane êşkence kirin û qetil kirin, derket holê. -
DYE’ê ambargoya çekan a li ser Qibrisê rakir
Serokkomarê Qibrisê ragihand ku bi temamî rakirina ambargoya çekan ku aliyê DYE’ê ve hatibû danîn, biryareke dîrokî ye. -
Îsraîlê êrîşî artêşa Şamê kir: Herî kêm 5 kes mirin
Îsraîlê nêzî balefirgeha Şamê êrîşeke hewayî kir û hate ragihandin herî kêm 5 leşkerên Şamê hatin kuştin. -
Di karesata lehiyê ya li Îtalyayê de bilanço giran bû
Hejmara kesên di lehiya ku li herêmên navenda Îtalyayê rû da jiyana xwe ji dest dan derket 10’an. -
Oxfam: Li 10 welatan birçîbûna giran ji sedî 123 zêde bû
Tevgera global a li dijî birçîbûn û xizaniyê Oxfamê ragihand ku li 10 welatên li hemberî krîzên avhewayê bêparastinin, ji sala 2016'an û vir ve birçîbûn ji sedî 123 zêde bûye. -
Di şerê bi Azerbaycanê re herî kêm 135 leşkerên Ermen hatin kuştin
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihand ku di şerê vê hefteyê de yê bi Azerbaycanê re herî kêm 135 leşkerên Ermen jiyana xwe ji dest dan. -
Li ser sînorê Kirgizistan û Tacîkistanê şer dîsa qewimî
Li ser sînorê Kirgizistan û Tacîkistanê dîsa şer qewimî. Kuştî û birîndar hene. -
Di şerê Baku û Êrîvanê de 170 kes hatin kuştin, agirbest didome
Di şerê Ermenistan û Azerbaycanê de ya ku Ermenistan tê bombekirin, hejmara miriyan 170 derbas kir. Hate diyarkirin aliyên şer li gorî agirbestê tevdigerin. -
Li Çînê zêdeyî milyonek kes ji ber tayfûna Mûîfa ji cih û warê xwe bûn
Peravên rojhilat ên Çînê di bin bandora giran a ba û baranê de ne. Bi armanca tedbîrê zêdeyî milyonek mirov ji cih û warê xwe hatin veguhastin. Li Şanghayê jî bi sedan seferên balafiran betal bûn. -
NY: Êrîşên Tirkiyeyê di çarçoveya sûcê şer de ye
Neteweyên Yekbûyî diyar kir êrîşên ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li herêmên dagirkirî dike, di çarçoveya sûcên şer de ye. -
Yekîtiya Ewropayê dixwaze 140 milyar eûroyî ji baca şîrketên enerjiyê bistîne
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, ji bo kêmkirina bandora zêdebûna bihayan tedbîrên ku bên girtin eşkere kir. -
Serokwezîra Swêdê têkçûna li hemberî bloka rastgirên tund qebûl kir
Serokwezîra çepgir a Swêdê Magdalena Andersson têkçûna di hilbijartina dawiya hefteyê de qebûl kir. -
Li ser sînorê Kirgizistan û Tacikistan pevçûn
Li ser sînorê Kirgizistan-Tacikistanê pevçûn derket. Hate zanîn ku ji her du aliyan jî birîndar û yên jiyana xwe ji dest dane hene. -
Aloziya li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê dewam dike: 100 kes mirin
Di şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ku ji sala 2020'î û vir ve yê herî giran e, nêzî 100 leşkerên Ermen û Azerî mirin. -
Fragmanê fîlmê Kobanê hat weşandin
Fragmanê fîlmê “Kobanê“ hat weşandin. Fîlm wê cara yekemîn 20’ê Îlonê li Kobanê bê nîşandan. -
Şerê Ermenistan-Azerbaycanê: Herî kêm 49 leşkerên Ermen hatin kuştin
Ji ber bombardûmana Azerbaycanê ya li ser Ermenistanê û şerê giran, herî kêm 49 leşkerên Ermen mirin. Fransa wê serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bide. -
Parlamenterê Iraqê: Divê serdana MÎT’ê bê lêkolîn
Parlamenterê Iraqê Arif Humamî, xwest hevdîtina musteşarê servîsa îstîxbarata Tirk (MÎT) Hakan Fîdan ya ligel rayedarên payebilind ên ku li Baxdayê pêk hatiye, bê lêkolînkirin. -
Azerbaycanê Ermenistan bombe kir
Dewleta Tirk gelek çek şandibû ji Azerbaycanê re. Piştî nîvê şevê Azerbaycanê gelek herêmên Ermenistanê bombe kir. -
Eş-Şebab Somalî berê xwe da Etiyopyayê
Piştî êrîşa 2 hezar çeteyên Eş-Şebab a li ser sînor, rayedar ditirsin ku vê koma ser bi El Qaîdeyê xwe berdabe nava welêt.