Vedat Aydin di 34'emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn

Serokê HEP'ê yê Amed Vedat Aydin di 34'emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn.

Serokê Partiya Keda Gel (HEP) ê Amed Vedat Aydin ê ku di 5'ê Tîrmeha 1991'an de li Amedê hat binçavkirin û cenazeyê wî di 7'ê Tîrmehê de li navçeya Maden a Xarpêtê hate dîtin, di 34’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Birca Bizinan a Sûrê ya Amedê hat bibîranîn. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr, hevşaredarên navçeyn û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

'EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA WÎ DERDIKEVIN’

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amed Ceylan Akça di daxuyaniyê de axivî û got: "Em piştgiriyê didin têkoşîna bi rûmet a ku Vedat Aydin daye meşandin." Akça bûyerên ku di qetilkirina Aydin de qewimîn bi bîr xist û wiha domand: "Em encamên pratîka têkoşîna ku wî di salên 90'î de meşand, niha li dadgehan dibînin. Ji ber ku bi Kurdî diaxivî hat girtin. Ji ber ku li dadgehê bi Kurdî parastina xwe kir, dîsa hat cezakirin, lê dev ji Kurdî berneda. Têkoşîna ku wî da niha li dadgehan bûye mafê parastina bi Kurdî. Ew bû sedem ku gelek kes bi Kurdî parastina xwe bikin. Xwestin li cihê ku Vedat Aydin qetilkirin têkoşîna wî bi dawî bikin. Lê, li cihê ku lê hat qetilkirin bi hezaran kulîlk geş bûn. Bi hezaran Vedat Aydin li Kurdistanê ji dayik bûn."

Piştî axaftinê, girse ber bi gora Aydin a li Deriyê Mêrdînê ve meşiya û timî dirûşmeya "Şehîd namirin" berz kirin.

'EM LI SER RÊYA WÎ DIMEŞIN'

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer li ser gora Aydin axivî û diyar kir ku Aydin û têkoşîna kesên ku di heman rêyê de jiyana xwe ji dest dane wan aniye heta vê rojê û got: "Vedat Aydin kesekî Kurd bû, şoreşger bû, di rêya heqîqetê de têdikoşiya. Em li ser rêya wan dimeşin. Bila ruhê wan şad be. Li ser rêya heqîqetê ew ti carî namirin.  Ne 34 sal, 34 sedsalan jî di ser de derbas bibe em wan ji bîr nakin. Ji ber ku rêya wan rêya heqîqetê bû. Ji ber bi Kurdî diaxivî hat qetilkirin. Di destê wî de çek tinebû, tiştek ku pê şer bike tine bû. Tenê sûcê wî têkoşîna ji bo zimanê xwe bû. Ji malbata xwe re got, 'Min bi zimanê xwe xwe îfade da, wê min qetil bikin.' Lê ew netirsiya. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Rêya wî rêya me ye."

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.