Li Çînê zêdeyî milyonek kes ji ber tayfûna Mûîfa ji cih û warê xwe bûn

Peravên rojhilat ên Çînê di bin bandora giran a ba û baranê de ne. Bi armanca tedbîrê zêdeyî milyonek mirov ji cih û warê xwe hatin veguhastin. Li Şanghayê jî bi sedan seferên balafiran betal bûn.

Li Çînê, bi tayfûna Mûîfa re ba û barana dijwar bandoreke giran li peravên rojhilat ên welêt kir.

Li gorî agahiyên destpêkê heta niha tiştek bi kesî nehatiye û xisareke mezin nîne. Hate ragihandin ku ev yek jî bi saya tedbîran pêk hat.

Li gorî televîzyona cemaweriyê CCTV, li bajarê Şanghayê ku nifûsa xwe 25 milyon kes e û bajarê herî qelebalix ê welêt e, ji sala 1949'an û vir ve tayfûnê herî dijwar e ku rû daye.

Ji ber rîska lehiyê yan jî xeabûna xaniyan 426 hezar ji şêniyên Şanghayê ji bo tedbîrê ber bi cihên ewle ve hatin veguhastin. Li eyaleta Zhejîangê jî 1.26 milyon kes hatin veguhastin. Li Şanghayê her wiha 665 seferên balafiran hatin betalkirin.

Tayfûn ber bi bakurê welêt ve diçe. Servîsên meteorolojiyê diyar kirin ku tayfûn wê pêl bi pêl hêza xwe kêm bibe.