Di şerê bi Azerbaycanê re herî kêm 135 leşkerên Ermen hatin kuştin

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihand ku di şerê vê hefteyê de yê bi Azerbaycanê re herî kêm 135 leşkerên Ermen jiyana xwe ji dest dan.

Paşînyan di civîneke hikumetê de daxuyanî da û diyar kir ku herî kêm 135 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane. Paşînyan got, "Mixabin ev ne hejmara dawî ye. Gelek birîndar jî hene."

Hejmara leşkerên ji herdu aliyan ve hatin kuştin di ser 200'î re ye.

Di bîlançoya herî dawî ya Azerbaycanê de hatibû ragihandin ku 71 leşkerên Azerî hatine kuştin.

Şer roja Sêşemê destpê kiribû. Azerbaycanê bombardûmaneke giran li gelek herêmên Ermenistanê kiribû.

Rûsya ku navbeynkarê kevneşop ê li vê herêmê ye, ragihandibû ku ji sibeha Sêşemê û pê ve agirbest hatiye ragihandin, lê belê hatibû binpêkirin.

Li gorî Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Ermenî, di şeva Çarşem-Pêncşemê de ji ber ku civaka navneteweyî tevlî meseleyê bû, şer rawestiya.

Yekîtiya Ewropayê roja Pêncşemê daxuyanî da û diyar kir ku agirbest di meriyetê de ye.

Rayedarên Ermenistanê roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihandin ku Azerbaycanê qadeke ji 10 kîlometreçargoşeyî ya Ermenistanê dagir kiriye.