Fragmanê fîlmê Kobanê hat weşandin
Fragmanê fîlmê “Kobanê“ hat weşandin. Fîlm wê cara yekemîn 20’ê Îlonê li Kobanê bê nîşandan.
Fragmanê fîlmê “Kobanê“ hat weşandin. Fîlm wê cara yekemîn 20’ê Îlonê li Kobanê bê nîşandan.
Fîlmê Kobanê ku li ser berxwedana şerê Kobanê hatiye çêkirin, îro di salvegera şoreşger û sînemager Mazdek Ararat (Omer Bagci) ku di çêkirina fîlm de cih girtiye de hate weşandin.
Fîlmê Kobanê, bi derhêneriya Ozlem Yaşar ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava û TEV-ÇAND’ê ve, li Kobanê hate çêkirin.
Tê payîn ku fîlm cara yekemîn, 20’ê Îlonê li Navenda Çand û Hûner ya Kobanê bê nîşandan.