Aloziya li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê dewam dike: 100 kes mirin

Di şerê navbera Azerbaycan û Ermenistanê de ku ji sala 2020'î û vir ve yê herî giran e, nêzî 100 leşkerên Ermen û Azerî mirin.

Azerbaycanê şeva Duşem-Sêşemê bombardûmaneke giran li gelek herêmên Ermenistanê kir. Li ser sînor şerekî mezin qewimî.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan 13'ê Îlonê bi daxuyaniyekê ragihand ku 49 leşkerên Ermen hatine kuştin û dibe ku bîlanço girantir bibe.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê jî êvara heman rojê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku 50 leşkerên wan hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku şer ji ber 'provokasyona Ermen' qewimî ye.

Ev şer di demeke welê de qewimî ku Rûsya ya ku ji sala 2020'î ve weke 'hêza aştiyê' li herêmê ye, li Ûkraynayê şer dike. Rûsya ku navbeynkariyê ji aliyan re dike, ragihand ku ji saet 08:00 ê 13'ê Îlonê û pê ve agirbest ketiye meriyetê.

Lê belê li gorî Wezareta Parastinê ya Ermensitanê, Azerbaycanê sibeha Çarşemê jî topbaran kir. Wezareta Parastinê ya Ermenistanê got, "Rewşa aloz a li ser sînorê Azerbaycan-Ermenistanê hîn jî dewam dike."

Civaka navneteweyî jî ji bo agirbesteke lezgîn bang kir. Yekîtiya Ewropayê xwest, dawî li dijminatiyê bê anîn. Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Antony Blînken bang li rêveberên Azerbaycan û Ermenistanê kir ku peymaneke aştiyê çêbikin.

Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina Peymana Ewlekariyê ya Kolektîf ku tifaqeke leşkerî ye û Rûsya serkêşiyê jê re dike, li ser daxwaza Erîvanê roja Sêşemê li hev kom bû.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî xwest, tavilê "dawî li dijminatiyê bê anîn û agirbest bê pêkanîn."

Macron bi rêya telefonê bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re axivî û bang li Bakuyê kir ku li gorî agirbesta bi Ermenistanê tevbigere.

Macron her wiha ragihand ku Fransa wê vî şerî bixe rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Li gorî pisporan şerê Ûkraynayê hevsengiya hêzan a li herêmê guhert. Tê gotin, Baku vê yekê ji bo xwe weke firsendê dibîne û hewl de hîn bêhtir tawîzan ji Ermenistanê bistîne.

Dewleta Tirk jî du roj beriya vî şerêı dawî, gelek çekên nû bir Bakuyê. Hate ragihandin ku di dema êrîşan de droneyên Tirk jî li herêmê digeriyan.