CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rûniştina parlamenta Iraqê bi êrîşa roketan destpê kir: 10 kes birîndar bûn
Wekîlên Iraqê ji bo hilbijartina serokkomar li hev kom bûn. Beriya destpêkirina civînê, bi roketan êrîş li ser Herêma Kesk hate kirin. 10 kes birîndar bûn. -
Berxwedana civakî ya li Îranê dewam dike: Herî kêm 201 kes hatin qetilkirin
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên li dijî rejîmê dewam dikin. Bi taybetî li warê Jîna Emînî li Sineyê hêzên dewletê êrîşeke giran birin ser xwepêşandêran. -
Li Fransayê krîza benzînê
Li Fransayê ji ber ku xebatkarên rafîneriya petrolê dest bi grevê kirine, krîza peydakirina benzînê didome. -
Desteya Giştî ya NY biryara îlhakê ya Rûsyayê şermezar kir
Piştî ku Rûsyayê diyar kiribû wê herêmên Herson, Zaporijya, Donetsk û Lûhansk îlhak kiriye, Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî vê biryara Rûsyayê şermezar kir. -
Li Swîsreyê ji bo girtina serçavê xwe ceza tê
Li Swîsreyê ji bo girtina serçavê xwe ya jinekê û ya jî girtina ser çavê xwe ya alîgirekê/e fûtbolê ceza tê. -
Li Kolombiyayê zêdeyî 220 kesan ji ber teqemeniyan jiyana xwe ji dest dane
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, diyar kir ku di nav pênc salên dawîn de li Kolombiyayê ji ber teqemenî, mayin û bermayiyên wan 229 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar 709 kes jî birîndar bûne. -
Lubnan û Îsraîlê li hev kirin
Lubnan û Îsraîl di bin sîwana DYE'yê de ji bo diyarkirina sînorê deryayî û çavkaniyên gazê yên li rojhilatê Derya Spî bi kar bînin, peymaneke 'dîrokî' mohr kirin. -
Parlamentoya Iraqê wê ji bo ‘hilbijartina serokkomar’ li hev bicive
Parlamentoya Iraqê, piştî krîza siyasî ya bi mehan e berdewam e, ji bo hilbijartina serokkomar wê roja Pêncşemê bicive. -
Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
Li dehan bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ligel êrîşên giran ên dewletê jî serhildan di roja 26’an de didome. -
Li DYE’yê bahoza Ianê: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li DYE’yê yek ji bahoza herî giran a di dîroka nêz de pêk hat. Di bahoza Ianê de 107 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Serokwezîrê Malezyayê parlemento fesh kir
Serokwezîrê Malezyayê Îsmaîl Sabrî Yaakob diyar kir wî parlemento fesh kir. Serokwezîr diyar kir ji bo pêşiya hilbijartinê ya di meha Mijdarê de parlemento fesh kiriye. -
Li Venezûelayê hezaz: 25 kes mirin, 52 jî winda ne
Li eyaleta Araguayê ya li bakurê Venezûelayê, ji ber hezazê herî kêm 25 kes mirin. 52 kes jî winda ne. -
Li Nîjeryayê keştî noqî avê bû, 76 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li eyaleta Anambra ya ku li başûrê rojhilatê Nîjeryayê ye, Îna borî keştiyek noqî avê bûbû. Hate diyarkirin heta niha di keştiyê de 76 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Iraq û Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên hikûmetê
Li Iraqê tevî ku sibe salek li ser hilbijartina Parlamentê re derbas dibe, heta niha aliyan li hev nekirine ku bikarin hikûmetê ava bikin. PDK li pêşiya avabûna hikûmetê weke yekane astengiyê tê dîtin. -
Parlamenta Iraqê wê li êrîşên Tirkiye û Îranê bikole
Parlamenta Iraqê du komîsyon erkdar kir, ji bo li êrîşên dema dawî yên dewleta Tirk a dagirker û Îranê bikolin. -
Li Taylandê êrîşa li ser kreşê: 32 kes hatin kuştin, 23 jê zarok in
Li Taylandê bi çek û kêrê êrîş li ser kreşekê hate kirin. 32 kes hatin kuştin ku herî kêm 23 ji wan zarok in. -
Li Meksîkayê êrîşa çekdarî: 18 kes hatin kuştin, yek jê şaredar e
Li eyaleta Guerrero ya li başûrê Meksîkayê di êrîşeke çekdarî de herî kêm 18 kes hatin kuştin, ku yek jê şaredar e. -
Li Îranê û Rojhilat berxwedan geş dibe, bîlanço giran dibe
Çalakiyên protestoyî yên ji bo azadî û demokrasiyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in. Ji ber êrîşên hêzên dewletê, kesên tên qetilkirin her ku diçe zêde dibin, bîlanço roj bi roj girantir dibe. -
Li Hîmalayayê aşît bi ser çiyageran hat: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Çiyayên Hîmalayayê yê Hindistanê aşît bi ser çiyageran hat. 4 çiyageran jiyana xwe ji dest dan û gelek çiyager di qelîşteka cemedê de asê mane. -
Li Ekvadorê careke din li girtîgehê komkujî bû: 15 kes mirin
Li Ekvadorê di îsyana girtiyan de ku li yek ji girtîgehên herî mezin ên vî welatî rû da, herî kêm 15 girtî hatin kuştin, 20 jî birîndar bûn. -
Li Kabûlê hejmara miriyan derket 53’an
Li Kabûlê hejmara miriyan a di êrîşa xwekujî de ya li navenda perwerdeyê derket 53 kesan. -
Ji Hamaney sûcdariyeke nas: Hêzên derve plansaziya van çalakiyan kirin
Serokê olî yên Îranê Alî Hamaney Îsraîl û DYE wekî berpirsê çalakiyan nîşan da û îddîa kir ku çalakvanan Kuran û mizgeft şewitandine. -
Li DYE di bahoza Ianê de 62 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li eyaletên Karolînaya Bakur û Florîdayê ya DYE’yê di bahoza Ianê de 62 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Neteweyên Yekbûyî: Li Kabûlê di êrîşê de herî kêm 43 kes mirin
Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Efganistanê (MANUA) ragihand ku di êrîşa xwekujî de ya li navenda perwerdeyê ya li Kabûlê herî kêm 43 kes mirine. -
Encama hilbijartinên Brezîlyayê ji tûra duyemîn re ma
Di tûra destpêkê ya hilbijartinên giştî yên Brezîlyayê de namzetê çepgir Luiz Inacio Lula da Silva li pêş temam kir. Tûra duyemîn wê 30'ê Cotmehê pêk were.