Di karesata lehiyê ya li Îtalyayê de bilanço giran bû

Hejmara kesên di lehiya ku li herêmên navenda Îtalyayê rû da jiyana xwe ji dest dan derket 10’an.

Şeva Pêncşemê, li navenda welêt ji ber barana zêde lehî rabû.

Li gorî parastina sivîlan, di felaketê de ku kolan di nava avê de man, herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di bîlançoya berê de hatibûj ragihandin ku 7 kes mirine.

Li gorî rayedaran zarokek jî di nav de 4 kes winda ne. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Agirkujan di daxuyaniya xwe ya li ser twîtterê da gotin ku wan bi sedan car midaxele kirine û bi dehan kesên ku xwe li ser daran an jî li ser banan sitar kiribûn, rizgar kirine.

Herêma ku herî zêde bandor lê hat kirin benderek Adriyatîkê, Ancone bû. Li vê herêmê ceyran û têkîiliyên telefon li gelek deveran qut bûn û dibistan hatin girtin.