Serokwezîra Swêdê têkçûna li hemberî bloka rastgirên tund qebûl kir

Serokwezîra çepgir a Swêdê Magdalena Andersson têkçûna di hilbijartina dawiya hefteyê de qebûl kir.

Seroka Demokratên Sosyal a Swêdê roja Çarşemê têkçûna di hilbijartinê de qebûl kir û serfirazî teslîmî bloka partiya rastgir a bi navê Demokratên Swêdê kir.

Serokwezîr Magdalena Andersson di civîna çapemeniyê de têkçûn qebûl kir û diyar kir ku Demokratên Sosyal herî kêm ji sedî 30 deng stendine û dibin partiya herî mezin a Swêdê.

Roja Çarşemê dema dengên bi rêya posteyê û dengê hemwelatiyên li derveyî welat jî hatin, SD û koalîsyona sist a ku ji sê partiyên rastgir ên navendî pêk tên, di parlementoyê de ya ku 349 kursî hene, beşeke zêde bi dest xistin.

Partiyên rastgir ên navendî diyar kirin wê ji bo rastgirên tund piştgiriyê nedin pozîsyonên wezaretê lê di navbera partiyên SD, Demokratên Xirîstiyan û Lîberalan de wê rêveberiyeke çawa were kirin tu peymaneke fermî tune.

Performansa xurt a SD’yê wê dike partiya herî mezin a Swêdê, bi bergîdaniya li parlementoyê ji bo bidestxistina tawîzan wê tîne pozîsyoneke xurt.

Serokê SD’ê Jîmmîe Akesson li ser facebookê got “A niha wê rewşa Swêdê baştir be. Em ji polîtîkayên demokratên sosyal ên têkçûyî ku 8 sal in welat ber bi cihekî şaş dibin ve aciz bûn. Dem hatiye ku em ewlekarî, şadî û lihevkirinê dîsa ava bikin.”

Li gorî hejmarên dawîn bloka rastgir ji sedî 49,6’ê dengan û bloka çepgir jî ji sedî 48,9’ê dengan stendiye.