Li Belçîkayê 55 daraz ji bo jiyana girtiyan bi ceribînin xwe hesps kirin

Li Belçîkayê 55 daraz û dozger ji bo jiyana girtiyan bi ceribînin, xwe li girtîgehek a li Brukselê heps kirin.

Wezîrê Edaletê Vîncent Van Qûîckenborne bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku 55 daraz û dozger ji bo biceribînin ku ji azadiyê dûrketin çawan e, xwe li girtîgehek a li herêma Brukselê heps kirin.

Hate zanîn ku daraz di saet 09.00’an de hatine girtîgeha nû ya bi kapasîteya 1190’ê. Ev girtîgeh di 30’ê Îlonê de deriyên xwe vekiribû.

Wezareta Edaletê diyar kir ku dozger wê roja Yekşemê heta saet 16.00’an mîna girtiyên mûamele bibînin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Memûr dizanin ku li girtîgehê kar çawa tê kirin, lê ev derfetekê dide wan ji bo ku rastiyê bizanin û li gorî wê cezayan bidin.”

Wezîr wiha got: “Darazên sûlhê – darazên ceza, darazên lêpirsînê, dozger (…) – bi xwestek bûn. Neçarin guh bidin fermanên personelên girtîgehê. Armanc ew e ku heps kirinê qasî ku bikarin rast pêk bînin.”

Wezîr destnîşan kir ku darazên bi xwestek ketine girtîgehê wê nekarin telefonan jî bi kar bînin û diyar kir ku wê weke hemû girtiyên rast, serdanên malbatên wan çêbibin.

Midûrê giştî yê saziya girtîgehê Rûdy Van de Voorde jî daxuyaniyek nivîskî da û got ku ev ji bo darazên sûlhê derfeteke ku biceribînin ji azadiyê dûrketin çawane.