Şewata li daristanên Amazonê ji sedî 180 zêde bû

Li gorî daneyên dawî ku ji ajansa fezayî ya INPE hatin wergirtin, li Amazonên Brezîlyayê bi qasî temamiya sala 2021'ê, îsal daristan şewitîn.

Komên Mafên Xwecihiyan û Hawirdorê xwestin, daristanên baranê yên krîtîk hîn bêhtir bêne parastin. Li gorî daneyên fermî, li herêma Amazonê ya Brezîlyayê, îsal ji temamiya sala 2021'ê bêhtir daristan şewitîn.

Enstîtuya Lêkolînên Fezayî ya Neteweyî ya Brezîlyayê (INPE) roja Duşemê ragihand ku li gorî çavdêriyên bi peykê hatiye kirin, ji 1'ê Çileyê heta 18'ê Îlona îsal 75 hezar û 592 şewat hatine tespîtkirin. Hate ragihandin ku par temamiya salê 75 hezar û 090 şewat hatibûn tespîtkirin.

Berdevkê Brezîlyayê yê Greenpeace Andre Freîtas daneyên dawî weke 'trajediyeke pêşdîtî' pênase kir.

Parêzvanên mafên xwecihî yên li Brezîlyayê pêla hilweşînê ya hikumeta Bolsonaro û gefên li ser herêma Amazonê şermezar kirin.

Li gorî lêkolînekê ku destpêka vê salê hate kirin, sînorên xaka Xwecihiyan ên li Brezîlyayê di nava sih salên dawî de li pêşiya wêrankirina daristanê astengî ye. Lê belê komên parastina maf dibêjin, rêveberiya Bolsonaro pêvajoya parastina qadê rawestandiye.

Komên xwecihî li hemberî talankirina daristanan a bi destê madenkar û cotkaran, roja Yekşemê li Sao Paûlo meşek lidar xistin.

Konseya Mîsyonerên Xwecihî ku komeke ser bi Konferansa Pîskoposên Neteweyî yên Brezîlyayê ye diyar kir ku par ji xaka Xwecihiyan 305 caran hate desteserkirin û dagirkirin.

Ev jî tê wê wateyê ku ji dema destpêkirina rêveberiya Bolsonaro û vir ve ji sedî 180 zêde bûye.