Dîmenên hovîtiya ku leşkerên Azerbaycanê li leşkereka Ermen dikin

Dîmenên ku leşkerên Azerbeycanê, leşkereke jin a Ermen dîl girtine û bi awayekî hovane êşkence kirin û qetil kirin, derket holê.

Bi êrîşên Azerbeycanê yê li ser Ermenistanê re ku dest pê kir û agirbest pêk hat, delîlên nû yên sûcên şer ên giran derketin holê.

Di pevçûnên dawî de herî kêm 135 leşkerên Ermenistanê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî dîmen û agahiyên ku li ser torên civakî hatine parvekirin, leşkerên Azerî leşkereke jin a Ermen bi awayek hovane qetil dikin.

Serfermandarê Ermenistanê Edwar Asrian bi sefîrên welatên biyanî re hevdîtin kir û behsa hovîtiya li bajarê Jermukê kir.

Asrian wiha got: “Mafê ti hêzên welatekî nîne ku li dijî dijmin hovîtiyên wiha bikin. Ev binpêkirina eşkere ya hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye."

Asrian her wiha diyar kir ku eger sefîr bixwazin, di destên wan de dîmenên hovîtiyê hene.

Asrian got, "Ez bi kîjan peyvan hovîtiya leşkerên Azerbeycanê ya li dijî leşkereke jin hatî pêk anîn, bînim ziman nizanim.”

Li gorî rayedarên Ermenistanê, herî kêm 10 leşkerên Ermenî ji aliyê Azerbaycanê ve dîl hatine girtin.

Azerbaycan di şerê li dijî Ermenîstanê de rasterast ji dewleta Tirk piştgiriyê distîne. Dewleta Tirk jî li ser xaka Kurdan a ku dagir kiriye, bi awayekî sîstematîk û bi tundî sûcên şer dike.