Li Japonyayê alarma li ser bahoza super

Yek ji bahozên herî dijwar li Japonyayê rabû. Ji neh milyon mirovî hate xwestin ku ji malên xwe derkevin.

Ji ber bahoza super Nanmadol, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 90 kes birîndar bûn.

Kyûshû ku ji çar giravên esasî yên Japonyayê ya herî li başûr e, sibeha Yekşemê kete bin bandora giran a bahozê. Tê payin ku bahoz rojên bê bigihêje girava herî mezin a Japonyayê Honshûyê.

Bi deh hezaran mirov şeva Yekşemê ketin stargehên lezgîn. Elektrîk li ser 350 malî hate birîn.

Çûn û hatin xitimî û fikara li ser lehî û hezazê zêde bû.

Hêza Nanmadolê saetê 234 kîlometre ye. Tê texmînkirin ku li hin herêman jî di nava 24 saetan de bi 400mm baran bibare.

Seferên trenên bi lez, ferîbot û bi sedan seferên balafiran hatin betalkirin. Gelek dikan û kargeh hatin girtin, hinekan jî ji bo milkê xwe biparêzin kîsên ji xîzê li pêşiyê bi cih kirin.

Bahozê sibeha Yekşemê xwe gihand nêzî bajarê Kagoshîma yê li başûrê girava Kyûshû ye.

Bahozê bandoreke giran li qiraxa çemekî li Kyûshû kir.

Saziya weşangeriyê ya dewletê NHK'ê diyar kir ku kesek ji ber ku wesayita wî di nava ava lehiyê de ma, yek jî ji ber hezazê di bin axê de ma, jiyana xwe ji dest dan. Ji ber bahozê 87 kes jî birîndar bûn. Her wiha kesek jî winda ye.

Tê texmînkirin ku bahoz berê xwe bide rojhilat û roja Çarşemê beriya bigihêje deryayê di ser girava bingehîn a Honshû derbas bibe. Li paytext Tokyoyê gelekî baran bariya û ji ber lehiyê seferên metroyê hatin betalkirin.

Ji bo 500 hezar mirovên li herêmên Kagoshîma, Miyazakî, Oîta, Kûmamoto û Yamagûchî alarma asta pêncemîn hate dayin ku di hişyariya li ser afetê ya Japonyayê de asta herî bilind a alarmê ye.

Piştî alarma asta çaremîn, ji nêzî neh milyon mirov hin beşên herêmên Kyûshû, Şîkokû û Chûgokû hate xwestin, ku cih û warê xwe biterikînin.