Şerê Ermenistan-Azerbaycanê: Herî kêm 49 leşkerên Ermen hatin kuştin

Ji ber bombardûmana Azerbaycanê ya li ser Ermenistanê û şerê giran, herî kêm 49 leşkerên Ermen mirin. Fransa wê serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bide.

Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, ji şerê Qerebaxê yê sala 2020'î û vir ve şerê herî giran qewimî.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li parlamentê axivî û diyar kir, ku di rewşa heyî de 49 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Paşînyan got, "mixabin" ev ne bîlançoya dawî ye.

Paşînyan nerazîbûn nîşanî "êrîşkariya" Azerbaycanê da û bang li civaka navneteweyî kir ku bikeve nava liv û tevgerê.

Azerbaycanê jî li kuştiyên xwe mikur hat, lê hejmar neda.

Rûsya ku di navbera herdu welatan de bi rola hakem radibe, diyar kir ku di navbera aliyan de danûstandin li ser agirbestê hatiye kirin. Li gorî Moskowayê, agirbest ji saet 06:00 û pê ve ketiye meriyetê. Lê belê ne Baku ne jî Erîvanê ev yek piştrast nekirin.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî piştî ku bi rêya telefonê bi Nîkol Paşînyan re axivî, diyar kir ku wê vê rewşê bixin rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî. Fransa serokatiya demê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re dike.

Erîvan û Baku di nava 30 salên dawî de 2 caran li ser Qerebaxê ketin şerê mezin. Şerê dawî sala 2020'î qewimî.

Şerê nû gefê li pêvajoya aştiyê dixwe ku Yekîtiya Ewropa navbeynkariyê jê re dike. Paşînyan diyar kir ku bi vê tengaziyar dawî re Azerbaycan pêvajoya aştiyê têk dibe.

DYE''yê jî nîvê şevê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew gelekî bi fikar in û banga agirbestê kir.

Tirkiye ku hevalbendê Azerbaycanê ye, Ermenistan sûcdar kir û xwest "dawî li provokasyonan bîne."

Du roj beriya bombardûmana Azerbaycanê ya li ser Ermenistanê, dewleta Tirk bi balafiran gelek çek şandibû Bakuyê.