Parlamenterê Iraqê: Divê serdana MÎT’ê bê lêkolîn

Parlamenterê Iraqê Arif Humamî, xwest hevdîtina musteşarê servîsa îstîxbarata Tirk (MÎT) Hakan Fîdan ya ligel rayedarên payebilind ên ku li Baxdayê pêk hatiye, bê lêkolînkirin.

Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan di serdana xwe ya 11'ê Îlonê ya li Bexdayê de bi rêveberên siyasî yên Sunnî Hamîs Hançer, Serokkomar Berhem Salih û Serokwezîr Mustafa El Kazimî re hevdîtin pêk anîbû. Serdan ji raya giştî re vekirî bû, lê der barê naveroka hevdîtinan de ti agahî nehat dayîn.

Li gorî nûçeya RojNewsê, Parlamenterê Iraqê Arif Humamî bertek nîşanî vê serdanê da û got, “Divê Hakan Fîdan bi saziyên îstixbarata Iraqê re bicive. Ew nikare bi rayedarên siyasî re hevdîtinê bike. Ji ber ku ti wateya wê ya siyasî nîne."

Humamî hevdîtina Hakan Fîdan a bi Serokê Koalîsyona Serweriya Sunnî Hamîs Hançer re weke ‘sîxûr’ nirxand û got, “Iraq ewqas lawaz e ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere li Iraqê xebatên îstîxbaratê û lêkolînan dike. Lê li dijberî vê Iraq nikare tiştekî bike.”

Parlamenter Arif Humamî xwest, hevdîtinên Fîdan ên li Iraqê bên lêkolîn.