Li ser sînorê Kirgizistan û Tacikistan pevçûn

Li ser sînorê Kirgizistan-Tacikistanê pevçûn derket. Hate zanîn ku ji her du aliyan jî birîndar û yên jiyana xwe ji dest dane hene.

Di navbera her du welatên Asyaya Navîn Kirgizistan û Tacîkîstanê de careke din li ser sînor rageşî çêbû. Li gor rayedarên Bîşkekê, artêşa Tacik, êrîşê parêzvanên sînor ên Kirgiz ên li gundê Bûlak-Başi û Paskî-Arikê yên li herêma Batken a li başûrê rojhilatê welêt kirine û du leşkerên Kirgiz birîndar bûne.

Medyaya Tacik Asia Plus jî di nûçeya xwe ya li gor çavkaniyeke navê xwe nedaye de, da zanîn ku parêzvanekî sînor ê Tacik jiyana xwe ji dest daye û 5 parêzvan jî birîndar bûne. Rayedarên Tacikistanê, bi rêya ajansa nûçeyan a fermî, hêzên Kirgiz bi hedefgirtina qereqola sînor a Tacik sûcdar kirin.

Lê her du aliyan jî diyar kir ku ji bo bidawîkirina xistina li hevdu nûnerên parêzvanên sînor ên Kirgiz û Tacik gotûbêjan dikin.

Hema bibêje 970 kîlometre sînorê di navbera du welatan de bi niqaş e. Di navbera her du welatên Sovêt ên berê de sînor pir dereng hatin danîn. Li ser sînor tim bera hev û din didin.

Sala 2021’î di gelek pevçûnên ji ber heman pirsgirêka di navbera aliyan de zêdeyê 50 kesan jiyana xwe ji dest da.